Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Serkirdayetiya PDKê kir

Li hevdîtineke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê ku bi mebesta pîrozbahîkirinê serdana rêzdar kiribûn, şanda mîhvan ji bilî pîrozbahîkirin û dûpatkirina palpiştiya xwe ya ji bo rêzdar, rola birêz Serokê Herêma Kurdistanê li qonaxên cûda yên derbasbûyî de ya li derbasbûna qeyranan û çareserkirina kêşeyan de bilind nirxandin.

Her li hevdîtina ku îro dûşem 22/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî palpiştî û hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê ya li rûbirûbûna gefan û derbaskirina ji qeyranan kir. Her wiha tekez li wê yekê kir ku yekrêziya aliyê siyasiyên Kurdistanê û hevkariya wan li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, rol û pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir dike. Li vî derbarî de jî pêdagiriyê li ser rola Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Back to top button