Çekdarên PKKê ji çiya daketin nêzikî bajaran

Bi nerîna rojnamevan û çavdêran, hebûna gerîllayên PKK li başûrê Kurdistanê bi taybetî, piştî ku siyaseta wan hatiye guhertin û ji çiya û şkeftan daketin e nêzî bajaran, metirsiyek mezin liser jiyana bi hezaran kesan çêkiriye. Jiber vê yekê, xelkên deverê daxwaz ji Hikumeta herêma Kurdistanê dikin, bi ciddî liser vê babetê rawest e û çareyekê ji rewşa wan re bibîn e.

Di demekê de ku firokeyên cengî yê Tirkiyê gund û avahîyên sinûrî yên Herêma Kurdistanê bi çirî burdûman dikin, bi egera wê yekê jî bi dehan gundî p welatî yên sivîl bûyne qurbanî, rojnamevan jî tila tuhmetê bo hebûna çekdarên PKK li wan deveran dirêj dikin.

Hemze Rezîkî rojnamevanekê sinûrê parêzgeha Dihoke, dibêje: Hebûna PKKyê di nav axa Herêma Kurdistanê de metirsîyeke mezine, çunku berê jî ew yek hatîye piştrastkirin ku bi egera wan Firokweyên cengîyên Tirkiyê tim deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê burdûman dikin û heya niha gelek welatîyên sivîl bûyine qurbanî.

Rojnamevan, Zinar Tovî, dibêje: di van dawîyan de PKK hewil dide hebûna xwe ji deverên sinûrî veguhêze navenda bajaran, lew metirsî ne tenê li ser gundane, lê ji niha û paş ve, bajar jî ji wê metirsîyê bê pişik nabin.

Her ew rojnamevan dibêje: PKK tenê hizir li wê yekê dike ku metirsî li ser jîyana wan heye û qet xema wê yekê nîne ku bi egera wan welatîyên sivîl û xelkê bê gunahên Herêma Kurdistanê dibin qurbanî.

Bedirxan Zawêteyî ku çavdêreke sîyasîye, dibêje: PKK û ecnindayên wê metirsîyeke mezinin li ser qeware ya Kurdistanê, çunku ew niha JI şikeftan ve ber navendên qeza û nahye û bajarên mezin dihên, ev jî dibe bîyanû bo Tirkiyê, çunku Tirkiye PKKyê bi terorist dizane.

 

K24

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: