Malper Civak Serokê Kurdistanê sersaxiya Mamosta E.E. Şewnem kir

Serokê Kurdistanê sersaxiya Mamosta E.E. Şewnem kir

Peyama sersaxiya Serokê Herêma Kurdistanê

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya şaîrê dêrîn û edîbê pêşeng û perwerdekarê navdar Mamosta E.E. Şewnem gihîşt min.

Xwedê jêrazî wekî ronakbîr û kesayetiyeke niştimanperwer, hemû temenê xwe ji bo xizmeta kultûr û edeb û zimanê gelê xwe terxan kir û li gelek waran da cihê destên wî yên dahênerane û berhemên wî yên binirx û giranbiha bi cîh hişt.

Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyê li kesukar û dostên wî, her wiha li edîb û şaîrên Kurdistanê dikim, ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.10.2020

Bê nêrîn

Nerîna min :