Îro 11/10/2020 Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê serdana parêzgeha Dihokê kir û çend projeyên ji bo xizmetkirina xelkê Dihokê ragihandin.
Dr. Elî Teter, parêzgerê Dihokê li rûpela xwe ya taybet li facebookê belav kiriye: “Îro rêkefta 11ê cotmeha 2020 xweşhalîn ku bo cara duyê pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Komara Fransa li Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku çendîn tewerên girêdayî rewşa parêzgeha Dihokê û peywendiyên digel Konsolxaneya Komara Fransa danûstandin li ser hatiye kirin”.
Parêzgerê Dihokê dupat li wê yekê jî kiriye: “Konsolê Fransa ji bo me ragihand ku wî serdana parêzgehê kiriye ji bo encamdana çendîn projeyan li parêzgeha Dihokê ji wan projeyeke sexbêrkirina av û avrêjan bi kujmê 15 milyon Euroyan ku dê 500 hezar kes jê mifadar bin. Her wisa sexbêrkirina ava çendîn xwendingehên ku 60 hezar xwendekar jê mifadar û sûdmend dibin.