Koçberên Şingalê ku li wargehên Dihokê nîştecihin bi rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê dilxweşin û dibêjin: Em hêvîdarin bi zûtirîn demê tenê ala Kurdistan û Iraqê li Şingalê bê bilindkirin.
Şingal li meha tebaxa 2014 ji aliyê çekdarên Da’îş ve hate dagîrkirin û paşê li 13.11.2015 ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hate azadkirin, li gel ewe jî heta niha rewşa wê asayî nebûye, lê belê roja înê Hewlêr û Bexda li ser asayîkirina rewşa qezaya Şingalê li hevkirin.
Koçberên Şingalê jî behsa wê lihevkirina Hewlêr û Bexdayê dikin û dibêjin: “Em gelek dilxweşîn. Em dixwazin ew hikûmeta neyasayi ya niha li wir heye bêne derxistin û tenê ala federalî û ala Kurdistanê li wir bê bilindkirin. Em naxwazin ala çi keseke din li wir bê bilind kirin”.