
Viyan Dexîl Parlementerê berê yê Iraqê di derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ragihand: li sala 2016 ve grupên cûda wekî Heşdî Şe’bî û PKK hatina nav Şingalê eve jî rewşê xeraptir kir. Peymana di navbera Hewlêr û Bexda girîngiyeke zêde ji bo asayîkirina rewşa navçeyê heye.
Her wiha got: Piştevaniya navdewletî ji bo wê rêkeftinê heye ji ber ku dibê sedema vegerandina koçberan û dûbare avakirina Şingalê. Her wiha ewe jî têdigihin ku navçeyê cografyayeke xwe ya girîng heye.
Di derbarê astengiyên Heşda Şebî û PKK yên ji bo rêkeftinê, Viyan Dexîl got: Niha Hikûmeta Iraqê piştgîriya PKK li wê navçeyê nake û maaş û mûçeyan ji bo wan naşîne. Her çende Heşda Şe’bîye eger li bin desthilata Iraqê bin divê rêkeftinê bi cîh bikin.
Her wiha Viyan Dexil got: Ev rêkeftin destpêkeke ji bo bi cîhkirina maddeya 140.