PKKê ew şehid kir. Helwesta we çiye?

Berpirsê Asayîşa Gumrika Serzêrî, Xazî Salih Alîxan roja pênçşemê 08.10.2020 ji aliyê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ve hate şehîd kirin.

Eve demek dirêje PKK di medya xwe de û bi daxûyaniyên berpirsên xwe destê yekem de şerê PDKê dike. Herweha berpirsê PKKê Mustafa Karasu eşkere got ku, hêdî şerê li dijê PDKê ne şerê birakujiye.

Mixabin li himber van daxûyaniyên PKKê , partiyên siyasî piranî bê deng man, niviskar û rewşenbirên kurd ber simbilên xwe ve dikenin û rojek ji roja behsa vê pirsê nekirin û nedan xûyakirin ku, ji bo çi PKK êrîşa PDK ê dike. Ew kes û aliyên dema kesek tê girtin  yan jî bûyerek di dijê PKKê tê kirin , di cih de dest tavêjin qelema û daxûyaniya didin, ew kesên li ser bûyeran di cih de kampanyayên imzekirina destpê dikin, ji bo çi îro bê dengin?

Herweha ew alî. dezgeh .rewşenbir, hunermendên li ser daxwaziya PKKê bangê ji bo netewîdikin, ji bo çi îro li ser vê bûyera qirêj deng nakin?

Bila bizanibin ev bê dengî tenê ji tirsa PKKê ye û bi awayek şermokî pişgiriya PKKê ye. Mirov çavre dike, ka gelo kijan aliyên siyasî vê yekê şermezar dikin? Kî bê deng dimîne? Kî heta çi radeyê dibe xwedî helwest?

Ev yek hemû di bûyera şehidkirina Xazi Salih Alîxan de li gora helwesta tê dayîn dibe pîvana dirustiya siyasetmedarên Kurd. Ewên behsa“Şerê birakujiyê“ dikin û dev li xwe diçirînin, ji bo çi îro bê dengin.

Şehidkirina Xazî Salih Alîxan , PKKê şerê li dijê PDKê ber bi qonaxek din ve bir. PKK xwe bi hemû awayî ji bo şerê PDKê amade dike. Bê guman mafê PDKê ye xwe biparêze. Heta erkê sereke yê PDKê ye ku kadro, endam û xelkê Kurdistanê ji teror kirinê biparêze.

Ewin ku îro bê dengin, divê bizanibin tu cara hêdî gotina wan di derbarê bûyerên vî awayî de pere nake.

PKKê kadroyek hêja, pêşmergeyek şehid kir. Gelo helwesta we çiye? Bê helwestiya îro dibe sedemê malxirabî û iflasa siyasî ya sibehî.

Nûçe/Analîz

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: