PolîtîkRojev

Divê çekdar ji Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê bên derxistin

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di salvegera êrîşa li ser Serêkaniyê û Girêsipî de daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê derxînin, koçberan vegerînin û wan herêman radestî xelkê wê bikin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi hinceta parastina ewlehiya xwe niştimanî, roja 9ê Cotmeha 2019an êrîşî ser Serêkaniyê û Girêsipî kirin û berî jî di Adara 2018an de êrîşî ser Efrînê kir. Tevî ku Tirkiyê du rêketinên cuda bi Amerîka û Rûsyayê re kirin, lê vê yekê rê li ber koçberkirina bi dehhezaran kes û kuştina bi sedan kes negirt. Niha jî koçber di rewşeke xirap de dimînin.

ENKSê amje bi tawan û binpêkirinên grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kir û ragihand, grûpên çekdaran ji dema ketina wan herêman, hovîtirîn binpêkirin li dijî sivîlan pêk tînin, wek revandin û eşkencedan welatiyan û dizî û talankirina mal û milkên xelkê.

Herwiha ENKSê diyar kir jî, tevî nerazîbûn û şermezarkirina rêxistinên mirovî û navdewletî yên cuda ji wan kiryar û binpêkirinan re, lê ew tawan û binpêkirin nehatin rawestandin. Dewleta Tirkî û civaka navdewletî jî rê li ber wan çekdaran negirtiye.

ENKSê bi tundî ew tawan û binpêkirin şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û welatên bi krîza Sûriyê pêwendîdar in, bi taybet Amerîka û Rûsyayê kir, dawî li êş û azarên xelkê Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê bînin û kar bi cidî bikin ji bo grûpên çekdaran ji wan herêman derxînin û koçberan bi ewlehî vegerînin û rêveberiya wan herêman radestî kurên wan bikin û hemû tawanbaran bidin dadgehê.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, roja 9ê Cotmeha 2019an êrîşî ser Girêsipî û Serêkaniyê û gundên derdora wan kirin û dagîrkirin. Di encamê de, bi sedan kes hatin kuştin û bi dehhezaran kes jî koçber û derbider bûn.

Back to top button