PolîtîkRojev

KCK rêkeftina Şingalê qebûl nake!

KCK di derbarê rêkeftina hukumeta Kurdistanê û ya Iraqê di derbarê Şingalê de daxûyaniyek derêxist û dibêje: Em vê rêkevtinê nas nakin.

KCK di daxûyaniya xwe de dibêje: Di 9’ê Cotmehê de bi navê hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hate ragihandin ku li ser paşeroja Şengalê li hev hatiye kirin. Detay û aliyên peymanê bi berfirehî hîn nehatine eşkerekirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku haya wan ji vê lihevkirinê nîne, li derveyî îradeya wan biryar hatiye stendin û di hevdîtin û lihevkirinê de cih ji wan re nehatiye dayin. Îradeya xwe ragihandin ku wê biryareke ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel di nav de nîne qebûl nekin. Civaka Êzidî, Partiyên Êzidî, bi dhan Parlamenterên Iraqî û eşîran bi daxuyaniyan pişgirî dan vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê. Lewma em piştgiriyê didin daxuyaniyên xwediyên esasî yên Şengalê, îradeya Şengalê û rêveberiya Xweser.

KCK berdewamiya daxûyaniya xwe de behsa helwesta PDKê dike û dibêje: Çapemeniya PDK’ê mîna navenda şerê taybet propagandayê dike û dibêje ‘hêzên PKK’ê yên li herêmê wê bên derxistin’. Bi vê propagandaya xwe nîşan dide ku armanca vê lihevkirina veşartî çi ye ku gelê Şengalê ne di nav de ye. Gerîlayên HPG’ê piştî ku civaka me ya Êzidî ji ferman û qirkirinê rizgar kirin, parastina Şengalê radestî hêzên YBŞ/YJŞ’ê kirin ku ji şêniyên Êzidî yên herêmê pêk tên û ji herêmê vekişiyan. Em van daxuyaniyan şermezar dikin ku parçeyek ji propaganda qirêj û reşkirinê ya dewleta Tirk e.

KCK wek gelek cara propagandeyek bê binyat dike û hewl dide ku rojeva tengasiya ku têde ye weşirê.
Ji berî her tiştekê KCK li Kurdistana Başûr ne rêxistinek yasayî ye û tu mafek tuneye ku tevlî karê başûrê Kurdistanê bibe. KCK behsa meclisa xweseriyê li Şingalê dike ku, wek hemû dezgehên KCKê dezgehek destşêkirî ji aliyê Qendil ve hatiye destnîşankirin. PKKÊ li Şingalê li gel Heşda Şeibî hevkarî kir û bû astenga herî mezin ku xelkê Şingalê li cih û warên xwe venegerin. Heta wek vê gavê jî PKK li Şingalê miaşên xwe ji Heşda Şeibî digre û jiyana xwe berdewam dike.
Niha nanê wan yê ji sîxûriyê dihat tê qût kirin û ev dijwariya wan ji vê yekê peyda dibe.

Back to top button