Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

Nîvroya îro yekşem 27/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Qasim El Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa emnî ya Iraqê, çalakiyên çekdarî ya dijî balyozxane û nûnerayetiyên welatan li Bexda û metirsî û encamên wê, gef û tevgera Da’îş û rûbirûbûna wan ya bi taybetî li navçeyên maddeya (140) ya destûr û erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê, hate nirxandin.

Her du alî tekez li ser pêwîstî û karkirina parastina asayîşa balyozxane û nûnerayetiyên welatan li Bexda û girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorê û çalakiyên Da’îşê ya heta piştrastbûna ji navbirina wan ya yekcarî kirin.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, beşeke dinê civînê bûn ku birêzan Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, amadeyê vê civînê bûn.

Back to top button