Civak

Yekîtiya Zilamên Kurdistanê: Îsal 47 zilaman xwe kûştiye

Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Zilamên Kurdistanê eşkere kir ku di demên heşt heyvên bihûrî de 47 zilaman xwe kûştiye, eger li gel sala bihûrî bê hemberkirin, ev rêje du cara sala par zêde bûye.

Burhan Elî Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Zilamên Herêma Kurdistanê got: Salane nêzîkî 10 haletên kuştina zilaman ji aliyê hevjînên wan ve bi alîkariya kesên din têne encamdan. Her wiha di heşt heyvên bihûrî da 486 lêpirsînên tundiyê dijî zilaman hatine tomar kirin û bi dehan haletên din hene ku nagihin destê rêxistina wan.

Her wiha got: ”Sedema serekî ya tundiya li hember zilaman qeyrana darayiye, her wiha tundiya zêdetir ew deme ku zarokên wan yê mezin hebin û piştevaniya dayika xwe dikin, her wiha hejmareke zêdeyê navsalî rastî tundiyê dibin yan ji malê têne derxistin. Sedema vê jî eweye ku zilam wekî kargeheke berhemanînê têne dîtin, dema karîn û şiyana wan nemîne ji malê têne derxistin”.

Back to top button