Civak
Serok Barzanî sersaxiyê li Emmar El Hekîm kir
Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo rêzdar Emar El Hekîm
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Semahetî Emar El Hekîm
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Ellame Ayetulay Ozma Seyid Mihemed Huseyn El Hekîm, mezinê malbata El Hekîm gihîşt me.
Pirse û serxweşiyên xwe bi we radigihînîn û em hevbeşê xema we ne, ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi cenabê we û malbata El Hekîm bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Birayê we
Mesûd Barzanî
27ê Eylûla 2020