Civak

Gala yekem a leyiztika zarokan bi Kurdî hate li darxistin

Erkam Yazilimê bi galakî, yekem leyiztika bi zimanê Kurdî Bejan da nasandin. Armanca vê leyiztikê ewe ku Kurdî fêrî zarokan bike , leyiztik behtir ji bo zarokên 2-5 saliye.Bernama digital ji 4 beşan pêktê. Filma Bejan, Leyiztika Bejan, Set a perwerdeya Bejan û figora leyiztika Bejan.Bernemaya zarokan a digital li Diyarbekirê berfirehî dan naskirin.

Çêroka Bejan li cihên çandî û dîrokê derbas dibe. Çêkerê leyiztika Bejan dibêje ku;Li gora projeya me bingeh zarokek 8 saliye û navê wê Bejan e. Di serpêhatiya me de Şahmaran jî heye. Bejan û hevalên xwe li Şahmaran siwar dibin û gerekî dikin.

Di vê gerê de deverên dîrokî wek,Pira Malabadî, Pira deh çavî, Surên Diyarbekirê, Medresa Sor li Cizîrê, Girava Akdamar, Kelha Wanê, Heskîf, Pira Delal li Zaxo, kelha Hewlêr..berçavê mirov re derbas dibin.
Mirov dikare vê leyiztika ji App Store û Google Play daxîne. Piştî axavtinê Filma xîzik a Bejan bi zimanê Kurdî û Tirkî hate pêşkêşkirin.
Hêçî bixwaze dikare vê seta Kurdî di vê navnîşanê de peyda bike.
www.erkamsoft.com

Back to top button