Serokê Kurdistanê pêşwazî li Emîndarê Giştî ya Yekgirtiya Îslamî Kurdistan kir
Li hevdîtinê de, berev pêşçûna siyasiyên li ser grupên Iraqê û wan guftugoyan ronahî kirin ku li navbera kutle û hêzên bi bandoran da birêve diçe, wekî destpêk ji bo pêkanîna hikûmeta nû û li vî warî de Mamosta Selahedîn Behaedîn balkişand li ser naveroka hevdîtinên li Bexda yên li gel kutleyên siyasiyan û bi navê guherîna bîr û nêrînan û agahdarbûn li helwesta wan kutleyan sebaret bi îstîhqaqên qonaxa paşarojê xiste rû.
Li beşeke dinê hevdîtinê de tekîd li ser yekxistina helwesta hêzên siyasiyên Kurdistaniyan wekî pêwîstiyeke girîng ji bo bergirî kirina destkeft û daxwaziyên gelê Kurdistanê li çarçêweya proseya siyasî ya Iraqê da û li vî warî de jî Serok Barzanî balkişand li ser helwesta kutleya yekgirtî li encumena berê yê nûnerên Iraqê û bi mînakeke serkeftî wesif kir.
Şanda Yekgirtiya Îslamî Kurdistanê jî behs li rola Serok Barzanî ya bi navê nêzîk kirina bîr û nêrînên aliyê siyasiyên serkeftî yên Kurdistanê û hewldanên li çareser kirina pirsgirêkan û bercestekirina karên pêkveyî kir ku ew dawxaz û li navbera sercem wan aliyan bi mebesta bihêztir kirina nav malê Kurdistanî bi awayeke ku berjewendiyên gelê Kurdistanê li ser ruyê berjewendiyên şexsiyan û hîzbiyan ve bê.