Ahmedînejad pêşwaziya Zêbarî kir
Serokê Îranê Mehmûd Ehmedinejat, pêşwazîya Hoşyar Zêbarî kir û kombûnek bi hevdu re saz kirin. Herdu alîyan behsa rewşa niha ya Iraqê kirin û daxwaza hevkarîyê kirin.
Hoşyar Zêbarî di vê kombûna de ya bi serokê Îranê re, behsa helwesta Iraqê ya di derbarê berhemanîna wizeya (enerjîya) atomî de da nîşandan û got, ku gerek ev pirsa han bi rêyên diplomatîk bihê çareserkirin.
Li gora daxuyannameya wezareta derveya Iraqê jî, di vê kombûnê de tekezî li ser ewê yekê hat kirin, ku gerek pirsa bernameya atomîya Îranê aştîyane bihê çareserkirin û rê ji Îranê re hebe, ku bernameya xwe ya atomî aştîyane bi kar bihîne.
Hoşyar Zêbarî jî, ji bo beşdarbûna di kongireya navdewletîya nehiştina çekên atomî de ya ku di van rojan de li Îranê hat sazdan, serdana Îranê kiriye.
(PNA)