Polîtîk
Barzanî pêşwazî li şanda hêzên Emerîka li Iraq kir
Li hevdîtinê de, ku her du Wezîrê Pêşmerge û navxo û hejmarek ji berpirsên leşkerî amade bûn, behsa pêvajoya serbazî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Paşê pêşhatên siyasiyên dawî û astengên niha û meseleya hilbijartina encumena nûnerên Iraq û her wiha pêşbîniyên li ber hevpeymanî girêdana li navbera aliyên serketiyan û paşaroja proseya siyasî li welat da hate gengeşe kirin û li vî warî de her du alî li ser pêkanîna hikûmeteke bingeha wê fireh bi beşdarî kirina hemû aliyên serkeftiyên serekiyan bihevrebûn.
General Barbero piştevaniya welatê xwe ji bo proseya siyasî û demokrasiya Iraqê nîşan da.