Polîtîk

Daxuyaniyeke hevbeş ji PDK û YNK

Îro serê sibehê her du polîtburoyên YNK û PDK’ê li bajarê Hewlêrê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih,  li hev civiyan. Piştî civînê her du aliyan beyannameyeke hevbeş belav kirin.

Teksta beyannameyê jî wiha ye:

Civîn li ser van xalan pêk hat:

1-    Ragihandin û ragihandina hevbeş.
2-    Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê.
3-    Rewşa siyasî ya prosesa pêkanîna kabîneya nû ya Bexdayê.
4-    Şêwaza rêxistina civînên hevbeş.

Di civînê de ev xal hatin nirxandin û bi berçavgirtina berjewendiyên gelê me, parlamento û serxistina ezmûna avaker ya hikûmeta herêma Kurdistanê gotûbêj li ser çespandina giyana hevpeymaniya kurdistanê û hevpeymaniya stratejîk ya her du aliyan, hate kirin.

Di heqê ragihandin û ragihandina hevbeş de jî di vê civînê, nêrîn li ser hatin pêşkêşkirin û her du aliyan tekîd kirin ku qonaxa niha ya domokrasiyê pêwîstî bi rgihandineke şiyar heye. Wê yekê jî di vê rewşê de stratejiyeke hevbeş ya ragihdinê dixwazei. Bo ku bikare hevaheng û erkan bi awayekî bi cîh bîne ku raya giştî ya gelê me baştir guhdarî rastiyan bike û kanalên din jî kêmtir bikarin astengiyên biçûk çê kin û qala rastiyan nekin.

Ji bo vê yekê jî bi serperştiya her du polîtburoyan lîjneyeke hevbeş hate pêkanîn.
Di heqê hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de jî her du alî her wek di rêketina stratejîk ya navbera wan de hatiye çespandin, pêbendî siyaseta serkfeftina parlamentoya Kurdistanê ne, bo ku dûr ji her astengî û nakokiyeke hizbî erkên xwe yên şer’î bi cîh bînin û bi hûrî çavdêriya karûbarê kabîneya şekê bikin.

Di heqê hikûmeta herêma Kurdistanê de jî tekîd hate kirin ku hikûmeta gelê Kurdistanê û lîsteya serkeftî ya hevpeymaniya Kurdistanê ye û serkeftina wê jî serkeftina hemû hêzên siyasî yên Kurdistan û gelê me ye. Berevajiya vê yekê jî dê ji bo hemû aliyekê nav desthilat û derveyî desthilatê, zirar hebe. Pirsgirêkên çaresernekirî yên hikûmetê jî pêwîstî bi hevkaniya hemû aliyekî heye. Berî her kesî hevkariya PDK û YNK’ê. Nemaze ji bo yekkirina damûdezgehên ku heta niha nehatine yekkirin.
Ji bo rewşa siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Bexdayê, civînê serkeftina prosesa demokratîk ya hilbijartina vê carê jî bi serkeftineke dîrokî zanî û gelên Iraqê, beşdarîkirina erênî ya hemû aliyekî, piştevanî û çavdêr pîroz kirin û bi hêvî ye encama demokratîk ya hilbijartinan bikeve xizmeta pêkanîna kabîneyeke hevbeş ya rasteqîne ku tevî madeya 140’ê, pêbendî madeyên destûr be.

Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî bi ya me wek Lîsteya Hevpeyamaniya Kurdistanê, divê hikûmet, ya hemû aliyek û hemû pêkhateyan be û li ser esasê hikûmraniya demokratîk ya federalî û tewafuqê be.
Di vê rêrewa pêkanîna hikûmetê de jî, di civînê de piştevanî li hewil û têkoşîna serokkomarê Iraqê birêz Mam Celal û gişt aliyên siyasî yên Iraqê hate kirin û hewlên wan bilind hatin nirxandin.

Her wiha hewil û bernameyên serokê herêma Kurdistanê birêz serok Barzanî ji bo amadekariyên şêwaza beşdîkirina aliyên kurdistanî di gotûbêjan de û di parastina yekrêzî û yekhelwestiya hemû kurdistaniyên di vê rewşê de, bilind nirxand û pêştevanî lê hate kirin.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê
Partiya Demokrat ya Kurdistanê

18.4.2010
Hewlêr

 

pukmediya

Back to top button