Serokê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swêd li Iraq kir
Li hevdîtinê de, Balyoz Nîkolas Tirovî ji bo wê piştgiriya li dema kar kirinê da lê kiriye spasî Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku pêwendiyên wan ê di navbera Herêm û Swêdê zêdetir pêş bikevê, bi taybetî ku rewşa Herêma Kurdistanê li ruyê ewlehî û aboriyê ve navçeyekî aram û geşbûye û ronahî jî kir ku welatê wî niyaza geşkirina zêdetirê Konsolxaneya li Hewlêr e bo ku rola xwe li bi hêzkirina pêwendiyan û encamdana projeyên hevbeş de baştir bibînê.
Her wiha Balyoz Nîkolas Tirovî balkişand li ser biryarekî Hikûmeta xwe ku bi nehiştina tu rêgiriyek li ber hemwelatiyên xwe ve ku serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Serok Barzanî, ji bo rola wî ya li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du alî de spasî Balyozê Swêd kir û li erkê wî yê nû da hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û xweşhaliya Herêma Kurdistanê jî bi vê biryara Hikûmeta Swêd derbirî.
Paşê pêşhatên siyasiyên dawiya ser grupên siyasiya Iraq û rewşa penaberên Kurdistanê li welatê Swêd û serdana fermiyên dawî ya Serok Barzanî yên li derveyê welat û encama wan serdanan hatin guftugo kirin.