Polîtîk

El Hekîn bi tundî Malikî rexne kir

Di vê derbarê de Emmar Elhekîm ragihand, ku wan weke encûmena bilinda Islamîya Iraqê daxwaz li hemû alîyan kirîye, da ku berendamên xwe yên ji bo serokwezîriyê destnîşan bikin û heger her yek ji wan (berendaman) bawerîya piranîya alîyan bi dest ve bihîne, gerek alîyên din berendamên xwe şûn ve bikişînin.
 
 
Emmar Elhekîm weha jî got, ku ji bilî vê yekê jî, wan ji alîyên dinên Iraqî re gotîye ku ew ji bo destnîşankirina berendamek yekalîkir amade ne û ew dikarin berendam destnîşan bikin, da ku pirsa posta serokatîya wezîran bihê yekalîkirin.
 
Elhekîm herwisa da zanîn, ku ew bi tenê li dûv kesekê ve naçin û bi tenê li ser kesekê mikur nabin. Elhekîm got, ku heger ew wisa bikin û tenê li dûv kesekê ve biçin dê wê demê hukûmeta welat pûç bibe.
 
Serokê encûmena bilinda Islamîya Iraqê Emmar Elhekîm bêhî ku navê serokê lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî bihîne gilî lê kir, ku ew li ser wergirtina posta serokê wezîran rijd e.

Back to top button