Polîtîk

Serokê hikumetê pêşwazî rêxistina Rand kir

Hewlêr – Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi amadebûna Elî Sindî wezîrê pilandananê yê herêma Kurdistanê di gel şandeyeke rêxistina Rand ya amerîkî ku bi serokatiya Mackel Reich serokê saziya Rand ku peymaneke hevkariyê di warê reformên îdarî, darayî û saxlemiyê de bi hikûmeta herêma Kurdistanê ra îmza kiriye, civiyan.

Di dîdarekê de şandeya mêvan ji serokê hikûmetê ra got ku saziya wan kêhxweşe kar digel hikûmeta herêma Kurdistanê dike û herwesa wî got ku ev alîkariya navbera saziya Rand û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo damezrandina hikûmeteke saxlem ku zêdetir xizmeta hevwelatiyan bike, pêngaveke giringe.

Serokê hikûmetê got ku ew dê bi hemû îmkanên xwe bi saziya Rand re ji bo alîakrîkirina saziyên hikûmetê yên di warê xandin, geşepêdanan şiyanên mirovî û damezrandina sîstemeke îdarî ya modern ku bi awayekî gelek baş xizmete hevwelatiyan bike, bixebite.

Weke tê zanîn zasiya Rand sazieyeke rawêjkarî a emerîkî ya serbixwe ye û di sala 1945ê de hatiye avakirin û bê beramber alîkariya hikûmet, siyssetmedar û ksên xwe dî biryar ku bikarin arîşeyên xwe bi rêyên minasib çareser bikin dike.

Back to top button