Civak

Kenan Evren xwe dikuje

Serokê cunta faşîst ya 12-ê îlona 1980-ê, General Kenan Evren ji berî niha dabû kifşkirin ku, eger min ji bo înqilaba leşkerî ya 12-ê îlona 1980-ê dadgeh bikin ezê xwe bikujim. Wek tê zanîn 12-ê îlona 2010-ê ji bo guhertina paketa destûrê referendum çêdibe. Di nav vê pakêtê de madeya ku rêya dadgehkirinê li Kenen Evrên û generalên înkilaba leşkerî kirîn digire jî heye. Li gora madeya 15-ê kesek bi tu awayî nikarê hesab ji Kenan Evren û hevalên wî bipirse û ew nayên dadgehkirin. Niha rakirina madeya 15-ê jî di paketa destûrê de heye.

Kenan_Evren_170083747.jpg

Eger di referandumê de piranî bêjin erê, dê madeya 15-ê ji holê rabe û wê herkesek bikaribê hesab ji Kenan Evren û hevalên wî bixwaze û wan derêxin li himberê dadgehê. Kenan evrên cardin got ku, ew roja hinek min derêxin himberê dadgehê, ezê bi destê xwe xwe bikujim.

Li gora rojnemevan Rahmi Turan dibêje, di vê derbarê de Kenan Evren ji kesên nêzîkî  xwe re bi weha gotiye: “  Ez tu cara rewşek bi vî awayî qebul nakim.Fîşekek di demanca min de dikare her tiştekî xilas bike. Tenê fîşekekî, ez karê xwe bi destê xwe dikim. Ez tu caran wê keyfa ku ew min dadgeh bikin nadim wan. Dê dîrok biryarê di derheqê me teva de bide.“

 

Back to top button