Nûbihara 111 an derket
Nûbihara ku hîjde sal e weşana xwe ya xurû kurdî didomîne û di dîroka çand û edebiyata kurdî de xwedî cihekî taybet e, bi jimara xwe ya 111an weşiya.
Naveroka vê weşanê ji nivîs û vekolînên curbecur yên li ser edebiyat, huner, ziman, dîrok û zanistê pêk tê.
Gerînendeyê kovarê Süleyman Çevik bi nivîsa xwe ya bi navê “Di meha Gulanê de Nûbihar” çalakiyên ku di wê mehê de ji aliyê Nûbiharê ve hatine kirin vedibêje û encamên ku ji wan çalakiyan derketine dinirxîne.
Di nivîsa Remezan Pertev ya ku bi navê “Testên jîrayî û exlaqê pîşeyiyê” hatiye nivîsandin de pedagojiya zarokan tê dabaşkirin. Pertev, di analîza xwe de balê dikşîne ser neehlbûna wezîfedarên komarê yên di vê qadê de û encamên ku zarokên kurd pêrgî dibin vedibêje.
Nivîsa “Bi esmannasiyê eşq û evîna Melayê Cizîrî ya tesewwifî” ya Abdulkadir Gök e.
Bamed Serdar jî bi “Hermenotîk, xebatên li ser Melayê Cizîrî û bersivek” ê têgeha ‘Hermenotîk’ê digre dest û têkiliya hermenotîkê ya bi xebatên li ser Melayê Cizîrî têne kirin îzah dike.
Mûrad Celalî bi gotara xwe ya bi sernivîsa “Bîd’et û mewlid”ê deriyê nîqaşeke nû li ber meraqdarên vê mijarê vedike. Celalî, di gotara xwe de li ser me’na bîd’etê, fêhmên wê yên li gorî kesan û deman sekiniye û wekî encamekî vê bîd’etê, tarîxa destpêka mewlidê, qonaxên ku tê re derbas bûye û serboriyên wê yên hetan îro tehlîl dike.
Gotara Ednan Ferat Bayar “Teoriya hereketa gewherî ya Melka Sadra” felsefa Mela Sadra ya li ser heyinê tehlîl dike û nêrînên wî yên li ser hereketa cewherê vedibêje.
“Ji Wida heta Mela Muhemmed Gulnarê Miksî, pêwendiya helbestvan û mîrên Miksê” mijara nivîsara Sînan Hakan e.
“Ummeta Weset û kurd” dabaşa tehlîlên Yavuz Delal in. Delal, di vê gotara xwe de modela ku Pêxember ji bo mirovahiyê pêşniyar kiriye û rewşa ku îro tê jiyandin dide berhev û nakokiya di navbera sunnetullahê û helwestên pergalên cîran li ber çavan radixîne.
Hevpeyvîna vê jimarê bi derhênerê filmê kurdî yê bi navê “Min Dît” Mîraz Bêzar re hatiye kirin. Hevpeyvîna ku ji aliyê Ehmed Akin ve hatiye kirin agahiyên gelekî hêja bi taybetî li ser sînemayê û gelemperî li ser hunerê kurdî dide xwendevanan.
Herwiha ji hêla Bahaeddîn Cibilgiravî nirxandinek jî li ser film hatiye kirin û naveroka film tê de dûvdirêj hatiye qalkirin.
“Jiyana Mela ‘Ebdullahê Firfêlî” ku ‘alimekî hêja ye û li Kurdistanê gelekî tête naskirin, ji alî Abbulbakî Denîz ve hatiye nivîsandin.
M. Nezîr Basneyî jî bi nivîsa xwe li ser 8ê adarê, roja jinên kedkar û di îslamê de mafê jinan girtiye rojeva xwe.
Ji xeynî van:
Mihemed Jiyan, Huseyn Şemrexî, Ahmet Gemi, Kamran Simo Hedilî, Bavê Xecê, Hatîce Mollakendî, Hesen Polat û Celal Al Ehmed bi ceribandin û çîrokên xwe.
Felat Dilgeş, Perwîz Cîhanî, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Rojen Barnas, Şêx Galib, Cankurd, M. Emin Bozarslan, Janda Serfiraz, Mela Mehmûdê Qultikî, Îskenderê Belwanî, W. K. Merdimîn, Sidîq Gorîcan, Hasan Huseyin Çevik, Marîn, Dilazad ART, Şêx Mehmûdê Hefîd, Kenanê Nado, Raîfê Bêçare, Sîpanî, Bargiran Şanaz, Seyda Ronahî, Mesud Serfiraz, Mehmed Emîn Axwelat, M. Zahir Ertekin û Seydayê Cirnê Reş jî bi helbestên xwe beşdarî li vê jimarê kirine.
Nûbihara biçûkan jî wekî her car naveroka kovarê dixemilîne û dergehê wê li rayedarên siberojê vedike…
Navnîşan: Büyükreşitpaşa Cad. Yümni İş Merkezi.
No: 22/29. Tel: 0212 519 00 09 [email protected] www.nubihar.com