Polîtîk

Serokê Kurdistanê: li Newrozê, li malên xwe parastî bin

Kurdistaniyên xweşdivî…

Bi germî pîrozbahiya cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî li malbatên serbilindên şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan li her kû bin û wan hemû gel û mîlletan dikim ku cejna Newrozê pîroz dikin.

Li vê helkeftê de dixwazim bi taybetî pîrozbahiya cejna Newrozê û spas û destxweşiyê li tevahiya Tîmên Pizîşkî û Tendirustiyê, Polîs, Asayîş, Zêrevanî, Pêşmerge, Karmendên Firokxane û derbasgehên tixûbî û wan hemû aliyên peywendîdar bikim ku li rêza pêş da, berevaniyê li şewb û petaya Korona û metirsiyên wê bûne, bo ku canê welatiyan biparêzin. Ew ji bo parastin û rizgarkirina me li ser karin û em jî ji bo hevkariya wan hemûyan, divê li mal bimînîn.

Newroza îsal li rewşeke dijwar de tê ku Herêma Kurdistanê jî wekî gelek welatên cîhanê rûbirûyê metirsiyên belavbûna vê şewbê bûye. Li vê rewşê de divê em hemû pabendî rênimayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û Wezareta Tendirustî û aliyê peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bîn.

Newroz cejn û hêmaya serkeftine û divê wekî herdem hêz û ure û moralê bide me. Bi pabendî û hevkariya welatiyan li gel aliyên peywendîdar, vê dijwariyê jî derbas dikîn û serdikevîn. Ji berê de gelê Kurd û Kurdistaniyan fêrî geşt û seyran û pêkirina agirê Newrozê bûne, lê belê ji bo îsal û ji ber vê rewşê, bila em hemû pabend bîn û li mal bimînîn. Bila bi pêkirina mumekê, li mal agirê Newrozê pêbikîn û hêviya serkeftin û derbasbûna vê rewşê bixwazîn, geşt û seyran, ji bo piştî derbasbûna dijwariyan bimînin.

Welatiyên ezîz…

Çi ji bo vê rewşa bi sedema şewba Korona û encama wê ya li hemû aliyan ve hatiye û tê holê, çi ji bo muamelekirina li gel rewşê û pêşhatên siyasiyên Iraqê jî bê, Herêma Kurdistanê divê tebayî û yekrêzî û karê pêkveyî û bi hevkarî û hemahengiya li navbera aliyên siyasiyan da biparêze. Hemû bi giyanekî berpirsane ya niştimanî û li ser bingeha berjewendiya bilinda Herêma Kurdistanê tevbigerin. Em jî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser karkirina ji bo vê armancê berdewam dibîn.

Li ser asta Iraqê jî dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem ji bo çareserkirina kêşe û qeyranên welat û dirustkirina aramî û li hevhatineke siyasiya li Iraqê hevkar dibe. Piştgiriyê jî li Hikûmetê dike ku daxwaz û mafên rewayên gel û pêkhatên Iraqê desteber bike û taybetmendî û mafê destûriyên Herêma Kurdistanê jî biparêze.

Cîhan niha bi sedema Korona ve bi rewşeke gelek xerap da derbas dibe. Ev şewb jiyana mirov li rûyê tendirustî û aboriyê ve xistiye rewşeke yekcar çaverênekirî ve ku derbasbûna wê pêwîstî bi hevdû têgihiştin û hevkarî û hemahengiyeke mezina cîhanî ye. Ji bo vê mebestê jî pêwîste rêxistinên navdewletî û navçeyî her çi zûye rola xwe ya bi navê kêmkirina ziyanên wê da bibînin, Herêma Kurdistanê jî hevkar dibe.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze. Cejna Newroz li hemûyan pîroz bê, hêvîdarim cejn û helkeftên bê li keş û rewşeke baştir da pîroz bikîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/03/2020

Back to top button