Îro çarşem 22.04.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta agahdarbûna li rewşa jiyana Kurdên Şebek û kêşe û pêdiviyên koçberan û danustandina bîr û ramanên di derbarê paşaroja navçeyên wan û şerê dijî Da’îş, li gel hejmarek ji kesayetiyên Kurdên Şebekê deşta Nînowa civiya.
Li vê kombûnê da Serok Barzanî li gotarek da hevsoziya xwe ji bo kêşe û giriftên Kurdên Şebek ya li piştî êrîşa terorîstan nîşan da û ragihand, ku agahdarî kêşe û nexweşiyên Kurdên Şebek û hemû pêkhatên dinê navçeyên Kurdistaniyane, ku piştî êrîşa zalimaneya Da’îş duçarî karesatên mezin bûn.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Herêma Kurdistanê, spasiya xelkê Kurdistanê û xweragiriya Pêşmerge kir, ku li demeke kêm da karîn dirindetirîn dijmin rawestînin û ew efsaneya Da’îş dirust kiribû bişkînin û eve jî xisterû ku êrîşa Da’îş û karesatan pîşan da ku pêwîste em herdem amade bîn heta rê nedîn carekî din êrîş bikin ser pêkhatên li deşta Nînowa û karesat û koçberî dûbare bibin. Dilniyayî jî da Kurdên Şebek, ku li paşarojê da ew bi serbilindî vedigerin warên xwe û parêzgerî jî li wan tê kirin.
Serok Barzanî balkişand li ser kultûra dewlemendiya pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û ragihand, ji bilî wê yekê ku li vir û li wir hinek hewl hebûn ji bo dirust kirina nakokiyên mezhebî li nav pêkhatan, nekarîne serkeftî bin û ziyan bi çanda lêborînî û pêkvejiyana Kurdistaniyan bigihînin. Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku ewê bixwaze şerê Da’îş bike em pêşwaziyê lê dikîn û hevkariya wan jî dikîn. Lê belê divê li çarçêweya Wezareta Pêşmerge da bê û qebûl nakîn hîç hêzek li Herêma Kurdistanê li derveyê Wezareta Pêşmerge da bê dirust kirin. Balkişand li ser wê yekê jî ku ewê ji destê wan bê, ji bo Kurdên Şebek encam didin bo ku xort û lawên Şebek rola xwe li parastina welat da hebê û pêwîste wê derfetê bidîn xort û lawên Şebekan. Di derbarê çarenûsa navçeyan wê yekê rûn kir ku çarenûsa van navçeyan tenê li destê xelkê navçeyê ye û her ew bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe didin.
Paşê dergeha pirsiyar û guftûgoyê bi rûyê amadebûyan da hate vekirin û spasî Serok Barzanî û Pêşmerge û kesukarên şehîdan kirin û tekez jî li ser Kurdistanîbûna navçeyên xwe kirin û ragihandin ku meseleya Kurdistanîbûna warê xwe yê resen tu demekî nabê cihê guftûgoyê. Tekez jî kirin ku çarenûs û paşaroja Kurdên Şebek û pêkhatên dinê navçeyên Kurdistaniyan bi çarenûsa Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Her li vê kombûnê da kesayetiyên Kurdên Şebek komek daxwazan xistin rû û Serok Barzanî ji kêşe û giriftên xwe agahdar kirin.