Vîdeo

Serok Barzanî li gel kesayetiyên Turkmenan civiya

Îro çarşem 22.04.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta agahdarbûna li kêşe û çawayiya jiyana Turkmenên koçberên deverê û her wiha nirxandina êrîşên Da’îş ya li vê deverê û paşaroja pêkvejiyana pêkhatan li gel hejmarek ji kesayetiyên Turkmenên Tele’fer û Avgenê û Eyaziye civiya.

Serok Barzanî li gotarek da balkişand li ser êrîşa dirindaneya Da’îş ya li ser pêkhatên navçeyê û asewarên xerapên derketina Da’îşê kir ku wekî karesatek bû ji bo pêkhatên navçeyê. Balkişand li ser xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge ku terorîst li ser destê Pêşmerge tûşî şikestê hatin û navçeyekî berfireh ji destê terorîstan rizgar kirin. 

Serok Barzanî amadebûyên kombûnê ji wê yekê dilniya kir ku hemû navçeyê ji destê Da’îş rizgar dikin û xelk vegerin deverên xwe û mayîna Da’îş tenê meseleya deme û nemana wan bi tekeze û hîç paşarojeke wan li vê navçeyê da tûne. Di derbarê qonaxa piştî Da’îş bi amadebûyan ragihand, piştî nemana Da’îş ewên baweriya wan bi pêkvejiyanê hebê û dijî Da’îş bin, em amadene hevkariya wan bikîn û rûpelekî nû ya pêkvejiyanê û jiyanekî nû destpêbikîn, lê belê ewên hevkariya Da’îşê kirine hîç cîheke wan li deverê nabê û wan dê heman çarenûsa Da’îşê hebê. 

Heman demî de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku çareseriya bingehîna kêşeyan eweye ku hûn vegerin navçeyên xwe û jiyanekî şerefmendane bi ser bibin û li vî warî de ragihand ku bi hêviya xwedê tevahiya navçeyan li bin kontrola Da’îş dihêne azad kirin û dawiya tevahî bi Da’îşê tînin. 

Li beramber da amadebûyên kombûnê spasiya Serok Barzanî û Pêşmergeyan kirin û balkişandin li ser rola girîngê rêzdar û Pêşmerge ya li azad kirina navçeyên wan û spasiya xelkê Kurdistanê jî kirin ku hemû koçberan himbêz kirine û xizmeta wan dikin. Her wiha serxweşiyê jî li kesukar û malbatên wan Pêşmergeyên qehreman kirin ku li şerê dijî Da’îş ji bo parastina pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê canê xwe gorî kirine û xizmeta mirovayetiyê kirine. Amadehiya xwe jî derbirîn ku li bin sêwana Wezareta Pêşmerge da şerê Da’îşê bikin.

Back to top button