Serokê Kurdistanê fermana herêmî ji bo posteke bilind wajo kir

Îro dûşem 10/08/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê fermana herêmî ji bo birêz Abdulrehman Sedîq wajo kir ku heta wekî Serokê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê li Herêma Kurdistanê destbikar bibe.

Li axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî wê yekê ku pîrozbahî û hêviya serkeftinê ji bo birêz Abdulrehman Sedîq ya li erkê wî yê nû da xwest, pesna şarezayî û xizmet û hewlên birêz yên ji bo parastina jîngehê û belavkirina kultûra jîngehparêziyê her li piştî raperîna adara 1991 ve heta dema ku piştî sala 2003 li Bexda li posta Wezîrê Jîngeha Hikûmeta Iraqa Federal da bû, li vî warî da pêşkêş kiriye. Her wiha hêvî xwest ku ‌hemû take kesekê Kurdistanê hest bi berpirsiyariya beramber bi jîngehê bike û biparêze.

Nerîna min :