Polîtîk
Amerika pêgiriyê li ser karkirina xwe ya li gel Hikûmeta Kurdistanê dike

Steve Fagin Cîgirê Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Bexda tekez li ser pêgirîbûna kûr ya Amerîka ya ji bo xweşguzeraniya koçberên Iraqiyan û piştgîrîkirina karên Ajansa Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ber bi berdewamî û bi xwebexşî û bi parastî vegerandin û yekgirtina navçeyî û çareserkirina kêşeyên wan kir.
Steve Fagin got: Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka pêgiriyê li karkirina li gel Hikûmeta nû ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo piştrastkirina wê yekê ku hemû pêkhatên civaka Iraqî li niştimanê xwe pêş dikevin û penaberên Surî û penaberên din û daxwaziyên penaberên li nav Iraqê wan yarmetiyan werdigrin ku pêwîstiyan pê heye. Piştgîrîkirina wan nîştecihan û civatan wan beşeke ji bihêzkirina aramî û serkeftina Iraqê.