Sed sal piştî peymana Sevrê

Îro 10.08.2020 sed sal derbas bûn li ser mohr kirina peymana Sevr di navbera hêzên serkeftiyên şerê cîhaniyê yekê (Brîtanya û Fransa û Îtalya) û dewleta Osmaniya ya şikestî û di şer da têkçûyî de.

Di peymana Sevrê da damezrandina dewletekê ji bo Ermeniyan hatibû binecîhkirin ku beşek ji axa Kurdistanê jî dida Ermeniyan. Ji bo Kurdistaniyan jî li ser nêzîkî % 20 ji axa Kurdistanê otonomiyek hatibû berçav kirin ku paşiyê da giştpirsiyek bête kirin. Eger Kurdan daxwaza serxwebûnê kirin, da civata gelan alîkar bin ji bo daxwaza Kurdistaniyan.

Mixabin ji encama pêdagiriya tirkan ji aliyekê û cîddî nebûna hêzên serkeftiyên şer ji aliyekê din ve û amade nebûna Kurdistaniyan û rêkxistin û saziyên dewletxwaz yên Kurdan ji aliyê dîtir ve, Kurdistanê ew balkêşiya aborî û siyasî û civakî jî nebû ji bo hevpeymanan heta şer ji bo wê bikin û pêdagiriyê li ser peymana Sevr bikin. Piştî çar salan tirkan karî bi mohr kirina peymana Lozanê, peymana Sevrê bişîne di arşîvê da. Ev ladana ji peymana Sevrê wisa kir Kurdistanî van sed salan nerûnin û berdewam bin di xebat û cengek mezin da ya ji bo azadî û serxwebûnê.

1- Heta niho jî doza Kurdistanê wek dozeka asayîşî li her çar welatên dagîrkerên Kurdistanê di gel da dihête serderî kirin.

2- Her çar welat wekî netewe û wekî niştiman serderiyê digel hebûna Kurdistaniyan nakin. Belku hemûyan wekî babetek ji bo helandin û asîmîlasyonê digel da reftar kiriye û dikin.

3- Li şûna geriyan û hewldana ji bo gihîştina bi çareseriyeka ramyarî, dagîrkerên Kurdistanê û civaka navdewletî eger viyabin rewşa Kurdistanê baştir bikin piranî li pey çareserên civakî û demokrasî geriyane û gelek zû jî poşman bûne. Ev çareseriye jî tu demekê doz û daxwaza Kurdan bêdeng nake.

4- Hîç yek ji van çar dewletan di van sed salan da nekarîne bi aramî û aştî jiyana welat, dewlet û welatiyên xwe derbas bike. Her dem di şer û kuştin û berhevkirina leşker û kirîna çekan da bûne.

5- Bêguman Kurdistanî narawestin û dest ji maf û daxwaziyên xwe bernadin. Çareser kirina doza Kurdistanê di qazanc û berjewendiya Kurdistaniyan û hemû gelên deverê bi giştî û yên her çar welatên dagîrkerên Kurdistanê daye.

6- Piştî nêzîkî sed salan me şiya wê giştpirsiyê bikeyn ewa di peymana Sevr da hatiye. Ew jî mixabin rûbirûyê dijayetiya hêzên siyasiyên Kurdistanê bi xwe hatiye, Ya dijminan ji xwe diyar û çaverê kiriye.

7- Me Hikûmetek otonom ava kiriye li tixûbê wê cihê jêra dihate gotin Wîlayeta Mûsil. Mixabin dîsa hêzên bi nav siyasiyên Kurdistanî bi eşkere û bê şerm daxwaza hilweşandina Herêmê û hatina hêza Ereban dikin.

Mixabin PKK û tirk ji aliyekî bi ser ve dijmin û ji nav da wekî temamkerê hevdu hewl didin ji bo hilweşandina vê herêmê û nehêlana desthilata Kurdistanê. Ji aliyekê din ve nêzîkî hemû hêzên Başurê Kurdistanê li serekîne ji bo lawaz kirin û hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di vê guhertinê de diyar bû ku tenê partiye(PDK) dixwaze encamên wê peymana ji ber çûyî bigihîne rastiyê, yên din yan Hikûmeta Kurdistanê ji navxwe binkol dikin û yan jî li Bexda bi rêya Ereban deng li dijî Kurdistanê kom dikin.

Elî Ewnî

Nerîna min :