Fermangeha qerebukirina qurbaniyên destê Da’îşê tê vekirin

Dr Xalîda Xelîl Endama Parlemena Iraqê ragihand ku di berdewamiya tevgerên wan yên li gel Hikûmeta Iraqê ya ji bo danîna mafên wan kesên ku bûne qurbanî ji destê Da’îşê da ku mafê wan neyê xwarin, biryar ji bo vekirina ”Fermangeha qerebukirina qurbaniyên destê rêxistina terorîstî ya Da’îş” li qeza Şêxan bi alîkariya qaymeqamê qeza Şêxan hatiye dayîn ku berdewam alîkar bûye ji bo vekirina vê fermangehê û avahî jî, ji bo wê hatiye dabîn kirin. Bi tenê maye di rêwresmekê bête vekirin biryar bû ev fermangeh li Şingalê bihata vekirin lê belê ji ber ku rêjeya herî mezin ya koçberên Şingalê ewên bûne qurbaniyên terorîstî li wargeha Şêxan hatine nîştecih kirin, ji ber wê yekê jî li Şêxan hate vekirin.
Her wiha da zanîn ku eve şeş salin Hikûmeta Iraqê ew kesên bûne qurbanî yên terorîstî qerebu nekirîne, koçberên Şingalê ewên bûne qurbanî li wargehên Şêxan û Zaxo û Dihok dikarin serdana vê fermangehê bikin formên xwe pir bikin da ku bêne qerebukirin.