Serokê Kurdistanê bala Îranê dikişîne!

Ajansa nûçeya Îranê di van demên dawî de bi rêya çêkirina du filman li ser Hewlêr, Pêşmerge û şerê DAÎşê, hewldide ku rastiyan binax bike û bi vê helwesta xwe jî dixwaze sivikîtahiyê li berpirsên Kurdistanê bike. Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê helwesta ne mirovane û dezenfarmasyona û derewên ku Ajansa Nûçeya Îranî dike, daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Serokê Kurdistanê dibêje: Di dema êrîş û şerê Da’îşê da, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermandeyî û ezmûna çendîn salan xebata Pêşmergayetiya Serok Mesûd Barzanî, wekî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li ser zevî êrîşa Da’îşê ragirt û hêza Da’îş li navçeyê da têkşikand.

PEYAMA SERIKÊ KURDISTANÊ:

Li van deman de Ajansa nûçeyi ya Fars ya li Îranê, li rêya berhemanîna du fîlman ve li ser Hewlêr û Pêşmerge û şerê Da’îş, hewl daye rastiyan têkbide û sivikayetiyê bi Pêşmerge û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bike û berxwedan û xweragiriya xelkê Kurdistanê veşêrê.

Hevkariyên Îranê yên ji bo Herêma Kurdistanê li dema şerê Da’îş da peywendiyên di navbera me bihêztir kir, ew ajansa fermiya li Komara Îslamiya Îranê, bi wê karê hewl dide ziyanê bigihîne peywendiyan û dostayetiya di navbera me. Ew kar giyanê wan şehîdan jî neşad dike ku wan rojan pêkve li yek sengerê da beramber Da’îş şehîd bûn. Bêguman kareke wiha pir li nedirustî û pir li têkdana rastiyê û minetkirina bi vî awayî, bi tu awayekê li gel wê exlaq û tevgeran jî yek nagirê ku fermandeyê Şehîd Qasim Silêmanî hebû. Ji bo wê yekê karên bi vî awayî dilsozî nîne ji bo Komara Îslamiya Îranê û fermandeyê şehîd, belku têkdana wê peywendiya bihêze ku fermande Qasim Silêmanî li gel Herêma Kurdistanê pêşxistibû.

Piştevaniyên Komara Îslamiya Îranê li demên dijwar de ji bo xelkê û aliyên Herêma Kurdistanê û li destpêka êrîşa Da’îş da ya li ser Kurdistanê ku bi çek û teqemenî û hejmarek şêwirmend bi Fermandeyiya Fermande Qasim Silêmanî, hevkariya Pêşmerge kirin, herdem cihê spas û rêze û di dema xwe da Herêma Kurdistanê bi rûnî wê yekê ragihandiye. Her wekî çawa hevkariya hevpeymaniya navdewletiya dijî Da’îş, bi taybetî hevkariya îdarî û demdirêjiya Amerîka, her wiha hevkariya welatên Ewrûpa û navçeyê, bi heman awayî hevkariyên partiyên Kurdistanî jî li rojên destpêka êrîşa Da’îş da ya li ser Kurdistanê nayê ji bîr kirin. Hevkarîkirina Pêşmerge bi çek û teqemeniyan ji aliyê Îranê û paşê jî hevkariya berfireh ya hevpeymanan gelek girîng bû, ji ber ku ji bo wê yekê rê nedida Hikûmeta Herêma Kurdistanê çek li derve bikirê û Hikûmeta Iraqê jî çek û teqemeniyê nedida Pêşmerge, hêza Pêşmerge bi çekên gelek sade, beramber dirindeyiya Da’îş û çekên wê yên pêşketî rawestabû.

Di dema êrîş û şerê Da’îşê da, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermandeyî û ezmûna çendîn salan xebata Pêşmergayetiya Serok Mesûd Barzanî, wekî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li ser zevî êrîşa Da’îşê ragirt û hêza Da’îş li navçeyê da têkşikand, eve jî têkşikandina hêzekî tarîperestê wiha bû ku gef bû li ser hemû welatên navçeyê û azadî û asayîşa hemû cîhanê. Herêma Kurdistanê ku wekî herdem cihê pêkvejiyana aştiyaneya netewe û olên cûda cûda bûye, careke din bû penageha parastina koçber û penaberan li hemû netewe û olên cûda. Eve jî bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê û rêxistinên navxweyî û cîhani, li pêş hemûyan jî li sayeya berevaniya bi hêz ya Pêşmerge bû.

Em van du fîlman bi sivikayetîkirina bi berxwedana xelkê Kurdistanê û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dizanîn, her wiha bi sivikayetîkirina bi qehremaniya Pêşmerge û xwîna şehîdên Kurdistanê û li heman demê de bi sivikayetîkirina bi bingeh û baweriyên fermandeyê Şehîd Qasim Silêmanî dizanîn. Li rastiyê da me çi sûdek ji berhemanîna fîlmên astên nizm û dûrî li rastiyê bi wî awayî ya nabînîn, ji bilî li hewleke têkdana alîkariya navçeyî û dirustkirina nakokiya li navbera gelên dostên li navçeyê da. Ji bo wê yekê li nêrîna hebûna peywendiya dostane û hevkariya dîrokiya li gel Komara Îslamiya Îranê da, daxwaza helwesteke guncaw ji Komara Îslamiya Îranê beramber wan du fîlman dikîn ku bûye sedema birîndarkirina hestên gelê Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

26.01.2021

Nerîna min :