ALFABEYA KURDÎ YA BI LATÎNÎ…

ALFABEYA KURDÎ YA BI LATÎNÎ…

1925;

Wergera vê dokumenta hanê(ji nivisa Têmûrê Xelîl);

”Ez bi vê nivîsê testîq dikim, ko KN PK Ermenistanê di sala 1925an da sparte înstrûktorê xwe Erebê Şemo Şamîlov ji bo kurdan alfabeya li ser bingehê tîpên latînî amade bike. Gorî bawerîya kurdzanê binavûdeng, akademîkê Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovet Îosîf Abgarê Orbelî birêz Şamîlov ew kar bi serketî kir.
Sêkrêtarê berê yê KN PK Ermenistanê, niha akadêmîkê Akadêmîya Zanyarî ya Komara Sovyetî ya Sosîalîstî ya Ermenîstanê (îmze) Îoannîsyan A.G.
Ez îmzeya Îoannîsyan testîq dikim: Sêkrêtarê ulmî yê Akademîya Zanyarî ya Komara Sovyetî ya Sosîalîstî ya Ermenistanê, doktorê dîrokê (îmze) Hakobyan S.M.”.

Mamhoste Îshaq Marogulov(Asûrî) alfabeya Kurdî-latînî bi alîkarîya Erebê Şemo, di navbeyna salên 1928-29´a da dinivisîne. Di qomisyona amadekirina alfabeya da keda herî mezin li ser milê Îshaq Marogulov bûye, bingeha alfabeyê ew amade dike û pêşwazê qomisyonê dike ku piştra tê pejirandin. Ji bilî vana, 5 pirtûka jî bi Kurdî nivisandiye. Navê alfabeyê; ”Şemo-Marogulov” e.  E.Ş. di wan sala da çend pirtûka jî dinivisîne. Yek ji wan pirtûka ”Xö xö hînbûna xöndina nvîsara kurmancî” ye. Ji bilî vana jî, bi alfabeya latînî, hejmara yekem ya kovara ”Rja Ţəzə”(Riya teze) [di ”1930 sale 25 Adare seşem”(Sêşem – 25´ê Adarê – sala 1930)] jî tê çapkirin û weşandin. (First issue of Rja Ţəzə)-Piştî mirina Îshaq Marogulov(6´ê Îlonê-1933) rewşenbîrên Kurd dicivin û hin biryara digirin; 1- Dibistana yekem ew dê li ser navê Îshaq Marogulov be. 2- Ew yê ji hevjîna wî ra meaşekî bê girêdan. 3- Ew yê nivisên di arşîva wî dane, bên çapkirin.

Sernivisa kovarê; (RJA TAZA; Riya Teze-Elîfbeya teze li şerqê inklabekî mezin e.)

   Alfabeya kurdî –1928(37-”39” tîp in)-cara yekem bi latînî hatîye nivisandin;                                                           

1- A a                  8- Ə ə(e)       15- J j(y)         22- O o              29- Ş ş              36- Z z 2- B b                 9- F f             16- K k            23- Ɵ ɵ(u)         30- T t               37- Ƶ ƶ(j) 3- C c(ç)          10- G g            17- Ķ ķ(k´)      24- W w             31- Ҭ ţ(t´)       [[38- Ħ ħ(h´) 4- Є є(ç´)         11- Ƣ ƣ(x´)     18- Q q           25- P p               32- U u(û)         39- ə´(e´) ]]                                                                                                             5- Ç ç(c)          12- H h            19- L l             26- Ҏ ҏ(p´)         33- У y(u)     ( h´ û e´; dengê 6- D d              13- I i(î)            20- M m          27- R r               34- V v          Erebî ne…fenî; 7- E e(ê)          14- Ь ь(i)         21- N n           28- S s               35- X x     peyva ”eyb û heyf”)

Her çiqasî di vê alfabeya hanê da hin tevlihevî hebin jî, ji bûna destpêkê serketinekî hêja û mezin bûye. Lê sedcarî mixabim ku piştî 1941´a alfabeya latînî bi biryara Komara Ermenîstanê bi xala-qanûna 909´a, hatiye qedexekirin.                                

Di wan dema da, axlem Kurdên Ermenîstanê xizmetekî mezin, ne ku bi tenê li ser alfabeya Kurdî, lê li ser bi tevayî çanda Kurdî jî gelekî xebatên hêja, giranbiha û dîrokî li dar xistine. Bi weşandin, danasîn û pêşkêşkirina şanoya, helbesta, strana, çîrok û dengbêja gelekî xizmetên mezin kirine. Ez bawer im, meriv çiqasî pêznê wan bide di cîh da ye.

Îroj, di hejmara 31 tîpa da, hima-hima herkes bi hemnêrînekî pesendgir e. Ev jî pêvajoyekî pîroz û serketî ye. Berîya ku em zêdetirîn xwe li lema bixin yan jî bi hûrgilîya xwe mijûl bikin, dibê ku em van pêşvaçûna bibînin. Ez dê hin mînaka  bidim; tîpa ”x”(Axa-Xerîb), tîpa ”e”(Eynî-Ez), tîpa ”h”(Heyf-Hêsa), tîpa ”r”(Kerr-Ker/Pirr-Pir) /pêwistî bi van gelemşeya tune ye/(axlem; x-e-h) her çiqasî wekî tîpên bi serê xwe bên xwanêkirin jî di rastîya xwe da belê dusewtî-dudengî ne. Fenî ku di her zimanî da bi awakî wekî hev hatîye çareserkirin, û ev çareserî di Kurdî da jî wusa tê xwanêkirin ku hima-hima ji alî gelekî kesa va hatiye pejirandin û tên bikaranîn. Bi kurtayî; du sewt-yek tîp(dudengî-tîpekî)-(”x”-”e”-”h”-”r” hew bi serê xwe, têrî her du sewta-du denga dikin) û xelas. Ev jî pêşvaçûn û pêşketinekî pîroz e.

Binnotekî; Hawar, cara yekem di 1932´ya da bi latînî jî tê weşandin.

 Îlhamî Can

 [email protected]


Nerîna min :