Serokê Kurdistanê Azadî jî sînorê xwe heye

Li destpêka civînê de, Federasyona Qutabî û Xwendekarên Kurdistanê bi kurtî di derbarê pêkhata federasyonê hevdîtin û civînên li gel lîsteyên serketiyên Kurdistanê li hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqê de xiste rû û spas û pêzanînên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî kirin li çawayiya helsukewt û muamele kirina li gel rûdawa terorkirina xwendekar Serdeşt Osman û li vî warî de federasyon şermezarkirina vê kiryarê ku bi êrîşkirine ser rewşa aramiya Herêmê danî, bêzariya xwe ji hewldanên bikaranîna rûdawê ya ji bo berjewendiya tenga siyasî derbirîn.
Serok Barzanî destxweşî li pêkanîna federasyonê kir û behsa girîngiya vê rêxistinê kir û tekîd li wê yekê jî kir ku çendî em yekrêziya xwe biparêzîn dikarîn destkeftên zêdetir bi dest bixîn û li ewlewiyata meye jî em wê yekrêziyê biparêzîn bi mercekî ku kes li çarçêweya berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê dernekeve. Her wiha hebûna nêrînên cuda tiştekî siruştiye, lê belê li asta pirsên stratejî û neteweyiyan da pêwîste yek bibîn.
Sebaret bi azadî û xerap bi karanîna azadiyê, Serok Barzanî ragihand ku hinek muqedesat hene nabê tu binpê bikî, azadî sînora xwe heye, bi derxistina bêbextî û îstîxlalkirina hinek kêmasiyan ji bo berjewendiya tenga hizbî tiştekî xerape, tu raya xwe bi maqulî bide, lê belê tiştê jehrawî nerije, ji ber ku fîtne jê dirûst dibe. Em nabêjin kêmasî tûne heye, lê em mijulî çareser kirinê ne, lê belê tu bêyî wan hemû tiştên baş nebînî û tenê kêmasiyan bibînî û bi awayekî nedirust birijênî eve dijî exlaqiyeta rojnamevaniye. Sebaret bi me teşhîr kirina ol û mezheb, an bi hêmayên neteweyiyên me, an jî karkirina ji bo nehiştina wê bihaya exlaqiyên ku civaka Kurdistanê pê hatiye nasîn û her wiha dirust kirina pirsgirêk li navbera aliyên siyasiyan da hêla sûrin û heta li vê postê jî da bim warê eve nadim li jêr perdeya azadî pirsgirêk bê dirust kirin an careke din xwîna Kurd bi destê Kurd birijê. Eger aliyek dijî wê tevbigerê wê demê ez helwestê beramberî wan werdigrim.
Di derbarê rûdawa terorkirina xwendekar Serdeşt Osman jî Serok Barzanî ragihand ez ji hemû kesî zêdetir bi vê rûdawê muteesîrim û ji hemûyan jî zêdetir dixwazim wan tawanbaran bibînin, lê belê divê derfeta lêkolînê bê dayîn bo ku wan rastiyan bixe rû.
Her wiha li beşeke dinê civînê de Federasyona komelê babetê pêwist bi rewşa xwendin û rola xwendekaran xiste rû ku cihê girîngî pêdana Serok Barzanî bûn.