Poloniya, Lubnan, Îmarat û Xirwatistan konsolxane vedikin
Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa, diyar kir ku her yek ji Poloniya, Lubnan, Îmarat û Xirwatistan mijûlî vekirina konsolxaneya welatê xwe di herêma Kurdistanê de ne.
Felah Mistefa ji AKnewsê re wiha got: “Her yek ji Polonya, Lubnan, Îmarat û Krowatya (Xirwatistan) bi awayekî fermî rezamendî bo vekirina konsolxaneya welatê xwe li herêma Kurdistanê nîşan dane”.
Mistefa wiha berdewam kir: “Ji niha ve ev 4 welat mijûlî amadekarî û temamkirina berheviyên yasayî ne bo vekirina konsolxaneya welatên xwe li herêma Kurdistanê”.
Mistefa axaftina xwe wiha domand, “Vekirina wan konsolxaneyan di çarçoveya hewlêrn hikûmeta herêma Kurdistanê bo vekirina bi rûyê cîhanê û berfirehkirina pêwendiyên dîplomasî û bazirganî yên Kurdistanê di gel welatên cîhanê ye”.
Derbarê dema vekirina wan konsolxaneya Mistefa wiha got: “Ji ber ku ew welat mijûlî cîbecîkirina berheviyên yasayî ne, lewma tu demek bo vekirina konsolxaneya xwe diyar nekirine”.