Kultur

Mêrdîn bûye cihê turîzmê

Mêrdîn di van salên dawî de bûye bajarak yê turistîk. Eve çend salin Merdîn kevne dîroka xwe pêşkêşî cîhane dike. Hatina Turîstan  li derdora Mêrdînê roj bi roj gelektir dibe. Li himber vê yekê jî ev bacar ji piraniya bajarên din yên Kurdistanê pêşdetir diçe û gelek guhertinên mezin di vî bajarî de çêdibin.

Heta ji turîstan gelektir bûye cihê hûnêrmendiyê jî. Gelek rêzefilmên Tirkî  li herêma Mêrdînê têne çêkirin. Mirov dikare bêje bi herawayî ev bajar bûye cihê eleqeyek mezin. Bajar ji bo bikaribe pêşwazîyek baş li xelkê ku serdanê dikin bike, gelek hotel resturant û cihên seyranê têne vekirin.  Ev yek darayîya Mêrdînê jî pêşve biriye  û mercên jiyana xelkê jî xweştir kiriye.Di vî warî de serokê şeredariya Mêrdînê Mehmet Beşîr Ayanoglu dibêje: “  Hinek otêlin me hebûn lê bi temamî bersiva xelkê serdana me dikin nade. Niha 5 otêlên mezin têne avakirin, gelek projeyên din ji bo avakirina otêlan hene ku dê demek nêzik bikevin praktîkê de. Bi hatina xelkê, karên din jî zêde bûne. Îro bi hezaran insanên me debara xwe bi hatina turîstan dikin.

Serokê şeredariya Merdînê di berdewambûna axaftina xwe de dibêje ku, Mêrdîna kevin veca tê parastin, piraniya avahiyan li gora qanûna tên çêkirin û hêdî kesek nikare xaniyên kevin xira bike û ev yek niha bi temamî tê parastin. Mêrdîn roj bi roj pêşvetir diçe.

Herweha li gora daxûyaniya serokê şeredariyê ji bilî van tiştan, du tiştên gelek baş çêdibin. Yek ji wan ewe ku vêca karsazên Mêrdînî berê xwe dana Mêrdînê û sermaya xwe tênin vê deverê,  duyem jî gelek ji xelkên mêrdînê yên misilman û mesîhî di vextên xwe de ji bo sedemên cuda ji Mêrdînê derketine û koçî welatên Ewropa kirine. Îro gelek ji wan berê xwe dane Mêrdînê û bi sermayekî baş vedigerin û herweha bandorek mezin li pêşveçûna  Mêrdînê dikin.

Dema şer û tevlîhevî tunebê û aramiyek peyda bibe gelek bajar dê wek mêrdînê bikaribin kevneşûpêyên xwe derxin hole û wê berê xelkê bikeva van deveran..

Back to top button