Polîtîk

Ji bo alîkariya Mesihiyan spasî Serokê Kurdistanê kirin

Li hevdîtinê de, Patrîkê Dêra Kevina Rojhilat xweşhaliya xwe ji bo rewşa olî ya Herêma Kurdistanê û wê pêkve jiyan û aramiya olî û civatî derbirî ku li Herêma Kurdistanê heye û behs li rola siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî jî li dabînkirina wê azadiya olî de kir ku îro li holê daye û ji bo hewandina wan xuşk û birayên mesîhiyên ku ji tirsa terorê hatine Herêmê jî spasî Serok Barzanî kir û her wiha li çareserkirina birîndarên qezaya Hemdaniye ku xwendekarên Zanîngehê Mûsilê bûn.

 

Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka pêkve jiyana olî kir û tekîd li siyaseta neguhertiya Herêma Kurdistanê kir ku li rêzgirtin û xizmetkirina hemû ol û bîr û bawerên olî û mezhebiyan bi bê‌ cudahî kir.

 

Back to top button