Kursê zimanê kurdî bo ereb û mesîhiyan
Bi vê minasebetê berpirsê rêxistina Tiwansaziya Lawan peyvek pêkeş kir û wî di axaftina xwe de got: Ev 10 meh bûn ev kursê fêrbûna zimanê kurdî berdewam bû. Di kusî de 500 hevwelatiyên mesîhî û ereb ku jiber kuştin û terorê ji naverast û başûrê Îraqê reviyayne herêma Kurdistanê di kursî de beşdarî kir. Di vî kursî de 38 mamosteyan bi dilxwazî desên fêrbûna zimanê kurdî digotin.
Her di vê merasimê de Sefîn Dizeyî wezîrê perwerdeyê gotarek xand û tê de got ku wezarete perwerdeyê weke aliyekê amadakirina kursî gelek kêfxweşe ku kursê fêrbûna zimanê kurdî bi serketî bidawî hat. Dizeyî got ku ev kurs gelek giringin û pêwîste bên berfireh kirin.
Endro Sino berpirsê tîma avadankirina herêmî di peyvekê de got: Em gelek kêfxweşin ku me havkariya vî kursî kir û kurs bi serketî bidawî hat.
di dawiya merasimî de filmekê dekomentî li ser kar û çalakiyên 10 mehên kursê zimanê kurdî hat nîşan dan.