Polîtîk

Serokê hikûmetê li Qeterê beşdarî Foruma Dohayê bû

Îro li welatê Qeterê, bi amadebûna 600 kesayetiyên navnetewî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Berhem Salih beşdarî di foruma Dohayê de kir.

Di wê civînê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û têde got:
– Çareseriya herî rast ji bo aloziyên rojhilata navîn, çaksaziyên aborî û siyasî ne.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Berhem Salih got ku hebûna azadiya bîr û rayên cuda li herêma Kurdistanê cîyê şanaziyê ye. Salih behsa xwenîşandenên hermê kir û got ku pêla xwenîşandanên derbirîna nerazîbûnê, gihiştiye herêma Kurdistanê jî û xwenîşander daxaza xizmetên baştir, nehêlana bêkariyê, binbirkirina diyardeya gendeliyê û beşdarîkirina aliyên siyasî di hikûmetê de dikin.

Salih got:
– Daxazên xwenîşanderan daxazên adil in û hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi awayekî şefaf miamilê digel bûyeran û daxazên hevwelatiyan de dike.
– Lê hindek aliyên siyasî daxazên neşeriî hene û hêvî û pilanên cihê hene ku hewil didin rewşa herêmê îstîxlal bikin û aydolojiyên xwe feriz bikin. Li hember vê yekê pêwîstiya me diberçavan re derbaskirin û helwestwergirtinê heye.

Li dor rewşa Îraqê jî, sserokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku tevî hebûna pirsgirêk û nakokiyan jî, lê hêşta ji bona xwerêkxistin û danan sîstemeke emîn bo îraqiyan û emîn bo dewletên cîran derfet heye.
Back to top button