Dosya

Reportaj: Xwepêşandan malbata Esad parçe dike

Ev zêdeyî meh û nîvekê ye ku xwepêşandanên Sûriyê berdewam in û berfirehtir dibin. Bi baweriya çavdêrên siyasî, bûyeran çarçoveya xwepêşandanan derbas kiriye û xwezaya şoreşa cemawerî wergirtine. Çalakvaneke Kurd jî dibêje, civaka Sûriyê xwe ligel guherînên demokratîk diguncîne.

Tevî binpêkirin û serkutkirina xwepêşandanan  bi awaekî tund ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên Sûriyê ve, xwepêşandanên ku di 15’ê adara borî de li bajarê Deraayê destpê kirin, heta niha didomin û berfirehtir jî dibin. Ev yek jî cudahiya van xwepêşandanan ligel xwepêşandanên Sûriyê yên di salên 80’an de li herdu bajarên Heleb û Hemayê û serhildana adara 2004’ê ya gelê Kurd li Sûriyê, nîşan dide ku wê çaxê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê karibûn serhildan û xwepêşandanan binpê bikin.

Bi baweriya mafnasê xirîstiyan Xelîl Matûq vê carê hikûmeta Sûriyê nikare ciwanên Sûriyê bêdeng bike. Matûq ku daniştvanê bajarê Şamê ye bo Rûdawê got ku wepêşandan wê bidomin û agir û ehsinê dewletê nikare xwepêşanderan li çok bike. “Di vê şoreşê de wê qurbanî hebin, lê hejmara qurbaniyan weke Lîbiyayê zêde nabe û weke Misirê jî kêm nabe.”

Li gor Hêrvîn Osê ku çalakvaneke Kurd e, şoreşa vê carê ya Sûriyê: “Dibe mînakek nû. Şoreşa Sûriyê gihiştiye astekî ku ne mimkûn e paşde gav bavêje. Dibe ku carna bêdengî û vekişînek bê holê, lê bêdengî tenê demkî dibe.”

Bi dîtina Osê, desthilata Beşar Esad nikare dawî li xwepêşandanan bîne, lê dibe ku: “Malbata Esad hemû desthilatên xwe di nava xwe de dabeş kirine, yanî yekîtiya wê malbatê yekîtiya berjewendiyan e, dibe ku berdewambûna xwepêşandanan yekîtiya vê malbatê têk bide.”

Heta roja 24’ê vê mehê, tenê hêzên ewlekariyê û polîsan ligel xwepêşanderan rûbirû dibûn. Lê dû re artêşa Sûriyê jî bû beşek ji wê hêza ku dixwaze xwepêşanderan bêdeng bike. Ji bo vê mebestê bajarê Deraa û Humis ji aliyê artêşê bi tevahî hatine dorpêçkirin. Ev yek jî çarenivîsa xwepêşandan û berdewamiya wan dixe bin pirsiyarê.

Bi baweriya sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, roja înê, 29’ê nîsanê 2011, ji bo xwepêşanderan rojeke çarenivîssaz bû ku gelo xwepêşandan berdewam dibin an tên binpêkirin: “Çimkî rêjîma Sûriyê hemû hêza xwe di wê rojê de bikar anî.”

Desthilatdarên Sûriyê tekez dikin ku ew tenê dikarin yekîtiya ax û civata Sûriyê biparêzin. Pêkhateya pir neteweyî û mezhebî ya Sûriyê jî bo vê yekê weke belgeyekê nîşan didin. Herwiha dibêjin li Sûriyeke bê Esad û Baasê selefî bihêz dibin. Lê bi baweriya Xelîl Matûq, rêbaza Selefî li Sûriyê ti metirsiyê li ser paşeroja Sûriyê çênake: “25 sal in li dadgeha bilind a ewlekariya dewletê berevaniya Îslamiyan dikim. Tu metirsî ji hebûna rêbazên olî nabînim.”

Hêrvîn Osê di wê baweriyê de ye ku civaka Sûriyê zû dikare xwe ligel guherîna demokratîk biguncîne û dibêje: “Eger vegerin dîrokê, pêkhateya civakî ya Sûriyê ji hemû welatên din bo demokrasiyê amadetir bû. Lê van 40 salên dawî bi qest hewldan hat kirin ev rastî bê têkdan. Dibe ku hinek astengî û kêşe di paşerojê de derkevin holê, lê em dikarin astengiyan nehêlin û garantiya bihevrejiyanê maye û xurt e. Civata Sûriyê dikare zûtir ligel jiyana demokratîk bijî.”

Ji niha ve behsa rêjeya gelê Kurd e

Di van rojên dawî de, gotûbêj li ser Sûriya piştî desthilata Esad tê kirin. Opozîsyona Sûriyê nemaze li Ewrûpa di vî warî de bo gotûbêj û danîna projeyan ve mijûl e. Tirkiye hewl dide cihê tiliyên wê li Sûriye ya paşerojê de jî diyar be. Heftiya borî civîneke opozîsyona Sûriyê li Stenbolê hat sazkirin. Herwiha tê hestkirin ku hinek navendên Tirkiyê ji mezinbûna rola Kurdan li Sûriyê nîgeran in. Nivîskarê bi nav û deng ê Tirk Mehmet Alî Bîrand roja 27’ê nîsanê di rojnameya Milliyetê de rêjeya Kurdan weke ji sedî 7an wesif kir.

Lê Ebdulhekîm Beşar dibêje ji ber nehiştina çêkirina serjimêriyê şiyan zehmet e, tiştê heye tenê texmîn in: “Di sala 1924’ê de Komeleya Gelan serjimêrî li Sûriyê çêkir. Wê demê, hejmara xelkê Sûriyê kêmî 2 milyon kesan bû, hejmara Kurdan 300 hezar bû, ku dike ji sedî 15’ê xelkê wê demê yê Sûriyê. Di heman demê de, UN di texmîna sala 2008’ê de rêjeya Kurdan weke ji sedî 14 danî.”

Hervîn Osê şaşmayîna xwe li himber amajeya Bîrand pêşan da û got: “Heta îro ti belgeyeke fermî rêjeya Kurdan weke ji sedî 7 wesif nekiriye, bawer im hejmara Kurdan di navbera 13-14’ê xelkê Sûriyê de ye. Lê ji ber nebûna serjimêriyan îspatkirina vê rastiyê zehmet e. Ji ber hejmareke zêde ya Kurdan weke biyanî hatine nivîsandin û hejmareke zêde jî nasnameya wan ji wan hatiye standin. Hejmara Kurdên ku weke biyanî hatine hejmartin di serjimêriya sala 1962’yê de 150 hezar kes bû. Ez dikarim bêjim hejmara Kurdan li Sûriyê di navbera 3.5-4 milyon kesan de ye.”

Li gor Xelîl Matûq, berjewendiya Tirkiyê dixwaze jimara Kurdan li Sûriyê kêm bike: “Ev helwêsteke siyasî ye.”

Back to top button