Polîtîk

Barzanî pêşwaziya Mc Cain kir

       

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selaheddîn, pêşwaziya her du senatorê Emerîkî John McCain û Lindsey Graham kir.

Li hevdîtinê de, pêşhatên dawiya rewşa siyasî û emniya Iraqê û ew hewldanên ku li holê dane ji bo pirkirina Wezareta Emniyan û çareserkirina pirsa Encûmena Bilinda Siyaseta Stratejiyan û amadehiya Iraq û eger hat û daxwazeke hevbeş li mayîna hêzên li welat nebê, hêzên emniya welat ya piştî vekişana hêzên Emerîka hate guftûgo kirin.

Her du Senatorê Emerîkî behsa rola Serok Barzanî ya pêkanîna Hikûmeta niha ya Iraqê kirin ku bi sedema destpêşxeriya dîrokiya wî ku karî hemû serkirdeyên qewareyê siyasiyên Iraqê li Hewlêr û paşê jî li Bexda kombike û hêvî xwest vê carê jî destpêşxeriyeke din ji bo çareserkirina wan pirsên ku rûbiruyê pêvajoya siyasiya Iraqê bûye bixe rû û tekez jî li wê yekê kir ku li her çareseriyek da Serok Barzanî rola serekî dibînê.

Her wiha her du Senator rola hêzên hevbeş li navçeyên veqetandî de bilind nirxand û daxwaz kir ku zêdetir girîngiyê bi wan hêzan bidin ji bo parastina emniyet û aramiya wan navçeyan û balkişand li ser pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê aborî û avadankirinê da, tekez li ser wê yekê kir ku li ser ew nehametî û mergesata ku bi dirêjahiya dîrokê duçarî gelê Kurdistanê bûye. Lê belê li sayeya peyrewkirina sîstemekî azad û demokrat karîn qerebuya wê nehametî û mergesatan bikin. Eve jî ji bo siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî ve vedigerê.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana her du Senator ya Herêma Kurdistanê derbirî, tekez li wê yekê kir ku hemû hewldanên xwe dixe holê ji bo nêzîkkirina nêrîn û dîtinên aliyê siyasiyên Iraq û çareserkirina wan pirsên ku rûbiruyê pêvajoya siyasî bûne û dûpat jî li ser girêdayîbûna hêz û aliyê siyasiyê Iraqiyan bi peymanên berê kir.

Back to top button