Polîtîk

PDK nûçeya rojnama Hevwelatî red dike

Piştî ku, Rojnameya Hewlatî nûçeyek di derbarê guhertina berpirisê ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê de belav kir bû û tê de gotibû, qaşo rêvebirê ragihandina partî ji kar hatiye avêtin, îro jî polîboriya Partiya Demokrata Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev nûçeya han red kir.

 Nivîsîngeha ramiyariya Partiya Demokrata Kurdistanê, di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, bi mebesta cîhbicîh kirina biryarên kongreya 13. a partiya me rêvebirê ragihandinê hatiye guhertin. Li gora biryara kongreyê pêwîste rêvebirê ragihandinê ji endameke nivîsîngeha ramiyarîya partiyê be, lewre bi mebesta cîhbicîh kirina vê biryara han berêz Sero Qadir ji erkê xwe yê berê hatiye veguhastin. Ji ber vê çendê em careke din vê nûçeya rojnameya Hawlatî red dikin ji ber ku, ti bingehekî xwe ya rastîn tuneye.

Back to top button