Serokê hikûmetê digel diplomatkarên biyanî civiya

Îro 27.04.2011ê li bajarê Hewlêrê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûn Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, digel konsolos û nûnerên welatên byanî yên li herêma Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya hemû nûnerên welatên biyanî, berpirsê UNAMI, Xaca Sor a navdewletî, Yekêtiya Ewropa û hemû mêvanan ku di civînê de beşdarî bûn kir. Herwesa sipasiya serokê hikmetê kir bo pêkanîna vê derfetê ku bi hev re minaqeşeya rewşa herêma Kurdistanê bikin.

Her di axavtina xwe de Mistefa behsa hebûna konsolxane, ofîs û nûneratiyên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê kir û behsa siyaseta serkeftiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê vebûna ber bi cîhanê ve û berfirehkirina bazineyê têkeliyan li ser esasê berjewendiyên hevbeş bi cîhana derve re, kir.

Paşî Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axavtinekê de got ku hebûna konsolxane û nûneratiyên welatên biyanî nîşan wê yekê ye ku wan welatan bawerî bi aramiya herêma Kurdistanê heye. Salih ji mêvan re behsa rewşa îro ya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe kir û tekîd li ser mafê xwenîşandanan û azadiya raderbirînê bo hevwelatiyan di çarçoveyê qanûnê de kir û got ku ev maf mafekî seratayî yê hemû hevwelatiyan e.

Li dor rewşa vê dawiyê ya bajarê Silêmaniyê û derdûra wê ku ew du meh bû wê rewşê tesîreke xerab li ser jiyan, kasibkarî û bazarî hebû, salih got:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina wê pirsê bicidî kar kiriye û hewildaye dûr ji şidetê û di çarçoveyê qanûnê de miamileyê digel xwenîşandanan bike. Ji bo çaerserkirina vê pirsê divê desthilat û opozisyon dest bi danûstandin û diyalogê bikin û li ser masa naûstanandinê bi awayekî ku di xizmeta berjewendî û daxazên hevwelatiyan de be, hemû pirsgirêkan çareser bikin.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê digel wê yekê ye ku opozisoneke saxlem hebe, ji ber ku nîşana demokrasî û bihêzbûna sîstema hukimdariyê ye.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxaz ji mêvanên biyanî kir û ew bixwe çavnêriya rewşa herêma Kurdistanê bikin û ji nêzîk bi çavên xwe rastiya bûyera bibînin.

Serokê hikûmetê behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku ew têkelî di qonaxeke baş û hevdufêmkirinê de derbas dibin û Bexda û Hewlêr ji bona çareserkirina pirsên hilawîstî pêngavên baş avêtine.

Serokê hikûmetê herwesa got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixaze di çarçoveyê destûra Îraqê de û bi awayekî ku di berjewendiya herêma Kurdistanê, Îraqê û welatên biyanî de bin, peywendiyên xwe digel welatên biyanî geş bike.

Nerîna min :