Polîtîk

Partiyên bakûr dixazin NY mudaxelaya Sûriyê bike

Serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel ragihand ku hejmara mirovên ku rêveberiya Sûriyeyê kuştine gihiştiye hezar kesî û daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) mudaxaleya rewşa li Sûriyeyê bike.

Li gor Rûdawê, Bozyel îro di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku pêla demokrasî û guherînê gihiştiye Sûriyeyê û got:
– Mirovên ku rejîmê kuştinê, ji niha ve gihiştiye nêzî hezar kesî. Divê rêxistina NYê zûtirê mudaxaleya rewşa li Sûriyeyê bike.

Bayram Bozyel da xuyakirin ku gelê ereb azadî û demokrasî û gelê kurd jî mafên xwe yên neteweyî dixwaze û got:
– Divê Tirkiye ji ber berjewendiyên xwe yên bazirganî û yên din, li hemberî tawanên rêveberiya Esad bêdeng nemîne. Divê raya giştî ya navdewletî piştgirî bide gelê Sûriyeyê daku komkujiyek neyê serê wan.

Back to top button