28'ê Avrêl

28’ê Avrêl
Di sala 1937’an û di rojekî wekê îroyê de Yek ji serokên Serhildana Dêrsimê Elîşêr û Zarîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin.
Elîşêr
Elîşêr Efendî (*1882 li gundê Azger a Macîran (Îmranlî)/Parêzgeha Sêwasê – †1937 li Dersîm ) serokê federasyona eşîrên Kurd ên ku tevlî serîhildana yekemîn a ku li dijî komara Tirkiyê pêkhatiye Serhildana Qoçgiriyê ye.
Piştî perwerdeya li Sêwasê li cem Mistefa Paşa dest bi katibiyê dike. Bi Zerîfe Xanimê re dizewice. Hîç zarokên wan çênabin. Ji eşîra Kurd Hesenan e lê di dema xwe de rêzgirtina hemî eşîran ji bo wî hebû. Ew li têkiliyên baş ên Kurd û Ermeniyan digeriya. Li ser ziman û zaraveyên Kurdî gelek xebatên wî hene. Mixabin pirraniya xebatên wî di şikefteke li Dersîmê de dikeve destê dewleta Tirk. Di dema Şerê Cîhanî yê I. hevdîtinan bi Rûsya re lidardixe û ji 1914an heya 1919’ê li yekkirin û birêxistinkirina eşîrên Kurd di bin serokatiya Komaleya Hêjakirina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti) de digere. Amadebûna Dersîm û Qoçgiriyê bi nameyan destnîşan dike. Serokatiya Serhildana Qoçgiriyê dike. Herwekî tevlî Serhildana Dersîmê dibe. Bi întellektûelî, dîplomasî, sazkirina yekîtiya Kurd, têkoşerî û şerê gerîlayê tê naskirin.
Bi tevî hevala xwe Zerîfe Xanimê bi fêl û fûtan û awayeke namerdî dîl tên girtin. Birêveberê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk ji serokê hêzên çekdar ên Tirk anîna serê Elîşêr dixwaze. Tê gotin ku Atatürk gotiye “Heya ez serê Elîşêr ê jêkirî nebînim dê jiyan li min heram be. Heger jiyan li min heram be, tê wateya ku jiyan dê li hemî fermadarên artêşê heram be”.
Serokê hêzên Tirk Topal Osman fermana Atatürk bicih tîne. Biraziyê Seyîd Riza yê ku bûbû sîxurê dewleta Tirk û bi navê Zeynel kesekê ji Dersîmê teklîfa Topal Osman dipejirînin û biheryek ji wan 40 zêrî, bi planeke pirr zîrav xwe digihînin Elîşêr di şikeftekê de û wî dikujin. Topal Osman digihê miradê xwe û serê Elîşêr û hevala wî Zerîfe Xanimê jêdike û ji Atatürk re diyarî dike. Serê Elîşêr Beg bi mehan li Koşka Çankaya ya ku Atatürk lê dima dimîne. Hemî fermandar, leşker, siyasetmedarên Tirk li ber serê jêkirî fotografê bîranînê dikişînin. Herwekî Atatürk jî fotoyan dikişîne lê ew foto di arşîvan da veşarî dimîne. Çapemeniya Tirk bi lez resmê serê Elîşêr Beg diweşîne.
Piştî têkçûyîna serhildanê li Qoçgirî û tevahiya Kurdistanê komkujiyên hovane li dijî Kurdan tên lidarxistin. Heya Serhildana Şêx Seîd Efendî ev rewşa dijwar û kambax didome.