Şerê nav malbata Beşar Esed germtir dibe

Hêzên ser bi birayê serokê Sûriyê Beşar Esad, Mahir Esad paşde kişiyan bo bakurê Deraayê piştî ku şer di navbera hêzên wî û hêzên artêşa Sûriyê de derket. Di heman demê de, fîrqeya 9an a Artêşa Sûriyê ya zirpoşan ji artêşê cuda bû û fermanên agir berdana ser xwepêşanderan red kir. Herwiha hat ragehandin ku nakokiyên tund di nava malbata Esad de derketine, û malbata Maxlûf ji bin fermana serkirdayetiyê derketiye.
Çalakvanekî mafperwer bi navê E. Herîrî bo rojnameya Siyase ya Kiwêtê ragehand ku Mahir Esad, Elî Memlûk û Rustem Xezala operasyonên leşkerî û ewlekarî li Dera birêve dibin û wiha axivî: “Dikan, mal û kes tên şêlandin û talankirin li Deraa. Deriyên malan dişikînin û malan talan dikin. Ev bûyer Hemayê tînin bîra me.”
Navbirî daxuyand ku hêzên girêdayî Mahir Esad vegeriyan bakurê Deraa piştî ku şer di navbera wan û hinek hêzên artêşê de derket û tekez kir ku fîrqeya 9an ji artêşê cuda bû û qebûl nekir xelkê xwe bikuje: “Nakokiyên tund di nava malbata Esad de hene li ser çareseriya leşkerî, heriha mala xalê Esad, Maxlûf ji malbata Esad cuda bûne û tê gotin ku cîgirê wezîrê derve Feysel Miqdad ne diyar e û reviyaye Tirkiyê.”
Çalakvanekî din jî bi navê Abu Zêd agahiyên Herîrî piştrast kirin û got: “Hinek leşkerên fîrqeya 5an cuda bûn û tevî me bûn û niha dijî hêzên Mahir Esad ên ku Deraa dorpêç kirine, şer dikin.”
Kesekî jî ji xelkên bajarê Deraa anî ziman ku artêş û hêzên ewlekariyê li tevahiya bajar belav bûne û wiha pêde çû: “Taxên bajar ji hev îzole kirine û hê jî artêş û nîşançî li hemû taxan digerin. Hêzên ewlekariyê nahêlin xelk kuştiyên xwe veşêre, ji ber nebûna elektrîkê mizgevt jî nikarin navê qurbaniyan îlan bikin.”
Li gor Franc Press, ji destpêka xwepêşanan li Sûriyê di 15ê adara 2011an de, nêzîka 390 kesan hatine kuştin. Lê Rêxistina Sewasiye ya Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ji 15ê adarê û heya niha 400 kesên sivîl kuştine û nêzîka 500 kesan jî girtine.
Hat ragehandin ku xwepêşanderên Sûriyê bi awayekî erênî berê xwe didin cudabûnên di nava artêşa Sûriyê de û li Banyasê xelkê bi dengekî bilind got: “Em natirsin, em natirsin, artêş bi me re ye, artêş bi me re ye.”
Di heman çarçoveyê de, malperên inernêtê yên ku piştgiriya şoreşa gelê Sûriyê dijî rêjîma Beşar Esad dikin, li ser malpera Facbook û Twitterê bangewazî belav kirin bo sazkirina xwepêşandanan di roja îna dahatû de di bin navê “îna piştgirîkirina artêşê, gel û artêş yek dest in bo rûxandina rêjîmê.”
Rûdaw