Polîtîk

Serokê hikûmetê bi serdaneke fermî gihîşte Dubayî

Duhî Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi serokatiya şandeyeke hikûmetê ku ji Kerîm Şingarî wezîrê navxwe û Hêriş Miherim serokê konseya investkeriyê û hijmareke bazirgan û sermayedarên Kurdistanê pêkhat bû, bi serdaneke fermî gihişte Dubeyê û ji aliyê mezine berpirsên Mîrgehên Yekdirtiyên Erebî ve hat pêşwazî kirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi şêx Mihemed Raşid Almektum cîgirê serokê dewleta Îmarat û serokê civata wezîran civiya û di civînê de Almektum kêfxweşiya xwe li hember serdana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re diyar kir û got ku ew giringiyê bi aramî û îstîqrara Îraqê diin û ew dixazin alîkariya pirosesa avadankirina Îraqê û herêma kurdistanê bikin , bi taybetî ku li herêma Kurdistanê hêminî û aramî heye.

Ji aliyê xwe ve Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de îşaret bi rola giringa Îmaratê ya di warê alîkarî û sûdwergirtin ji tecrûbe û şarezayîya îmaratî bo herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî kir.

Salih got ku ji bona pêşxistina têkelî û bizava bazirganiyê giringe seferên navbera Hewlêr û Dubeyî bi hêsanî bin û got ku herêma Kurdistanê deriyê çûna nav bazrê sertaserî Îraqê ye.

Her di serdana xwe ya bo Dubeyê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re bi şêx hemdan Mihemed bin Raşid Almektum re civiyan û almektum li ser şerefa Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê mazuamtek çêkir kut ê de gelek kesatî û bazirganên mezin yên Îmaratê beşdar bûn.

Herwesa li Dubeyê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê Ebdulezîz Alxeyr serokê parlamentoya Îmaratê ve hat pêşwazî kirin.

Serokê Parlamentoya Îmaratê got ku welatê wî bi çavekê giring li rewşa amnî û îstîqrara Îraqê dinêre û herwesa got ku Îmarat dixaze têkeliyên dostînî li gel hemû pêkhatên Îraqê hebe.

Back to top button