Polîtîk

Divê dewlet li gel hevwelatiyên Kurd aşitîyê pêkbîne

Seroka nû ya  dezgehê herî  mezin  û girîng ya karmendên Tirkiye (TUSAD) Umit Boyner îro derket himberê medya yê. Boyner li ser rewşa  ekonomî û siyasî ya Tirkiye dîtinên xwe gotin û di gelek waran de bersiva pirsên rojnemevanan da.

Bi kurtahî xalên ku seroka Karmendên Tirkiyê (TUSAD) Boyner behsê kirîn evin:

          Divê di destûrê de reform bête kirin û desturek sivîl çêbibe û tu dem ji bo vê ne dereng e.

          Divê qanûna hilbijartina bête guhertin û baraja % 10 bête kêmkirin. Ev nisbet li tu derê cîhanê tuneye.

          Divê kesek behsa midexeleya siyasetê neke û misteva siyasî evqas kêm nebe. Behs kirina midaxeleyê ne layiqê welatê meye.

          Kêr nayê ku serokfermandar peyamên siyasî bide. Gerek brukrasiya leşkerî  bi temamî girêdayê otorîta siyasî be.

          Divê dewlet li gel hevwelatiyên Kurd aşitîyê pêkbîne.

          Divê hukumet di çerçova Yekitiya Ewropa de demokrasiyê cih bike û Tirkiye bi temamî democratize bike.Ji bo vê jî guhertnên pêwist bêne kirin.

 

Back to top button