Kultur

Serokê hikûmetê 133 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz kir

   
       
Bi minasebeta 133 saliya derketina yekemîn rojnameya kurdî bi navê (Kurdistan) li ser destê Mîqdad Bedirxan di 22ê nîsana 1898ê de gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî rojnamevanên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê dikim.

Ez hêvîdar im ku salroja rojnamegeriya kurdî bibe handerek ku rojnamevanên me di aqrekî azad de rojnamegeriyê îro li Kurdistanê bi azadî û rastgoyî bûyeran veguhêz in, guhertinan bikin û bi awayekî pîşeyî nûçe û zaniyariyan bigehîn in û hêvênê pêkanîna aramiya siyasî û civakî bin ku ev yek jî yek ji armancên giringên rola mediya modern e, bi taybetî di vê rewşa îro herêma me tê de derbas dibe.

Her bi vê minasebetê careke din piştevaniya xwe ji bo azadî û karê rojnamegerî û rojnamvanan diyar dikim. Hêvîdar im em hemû di bin siha aşitî, azadî û demokrasiyê de dirêjiyê bi geşkirin û ber bi pêşvebirina welatê xwe bidin di hemû waran de.

Dr. Berhem Salih
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
22 nîsan 2011-04-22

Back to top button