Polîtîk
Serokê CHP-ê behsa Kurdan jî kir
Serokê CHP-ê Kemal kilaçdaroglu doh projeyên partiya xwe bi minasebeta hilbijartina eşkere kir. Kiliçdaroglu di nava projeyên xwe de behsa pirsa kurd jî kir.
Di derbarê pirsa kurd de serokê CHP-ê got: “ Li rojhilat û başûrê rojhilatê, tedariya heyî xelkê ne rihet dike. Emê modelekî ku tê de tedarî nebê pêkbînin ew jî modela insanê azad e.Dê hevwelatiyên me yên kurd bi azadî nasnama xwe kar bînin.Hemî astengên ku di rêya zimanê kurdî de heyîn emê ji holê rakin.Emê failên kesên ku bê serûşûn hatîn kuştin derêxin holê.
Hewrweha serokê CHP-ê behsa guhertina destûrê jî kir û di vê derbarê de got:Bi destûra 12-ê Îlonê demokrasî nayê vî welatî.Emê destûrek ku hemû azadî di têde hebin çêbikin.