Dîroka çapemeniya kurd a mehkûmî mişextiyê -1-
Beşê yekem
Dîroka çapemeniya kurd bi surginiya malbata navdar a “Bedirxaniyan” (ji bajarê bakurê Kurdistanê Cizîra Botan in) (1) dest pê dike. Di encama pirsgirêkekê de ku careke din malbata mîr û împeratoriya Osmaniyan anî dijberî hev, mekanîzmayek şixuland ku wê bikira ku di dîroka çapemeniya kurd de rûpelên pêşî werin nivîsîn.
Surgin li pey surginê, her yekê rê li ber bûyerên ji bo kurdan girîng vekir. Him di warê rojnamevaniyê de û him jî di warê yekîtiya kurdan a di nav xwe de. Kurdên ku him di warê hissî û him di warê cografî de ji hev qutkirî, bi siyasetên asîmîlasyonê yên çar dewletan re rûbirû ne ku ew li wan hatine dabeşkirin.
Gellek endamên malbata Bedirxaniyan ên ku hay ji vê pirsgirêkê hebûn, wê hewl bidana kurdan li dora projeyên hevbeş bikin yek: zimanê kurdî, banga li hişmendiyê, beramberî parçebûneke ferzkirî ji bo yekîtiyê hestiyarkirin…
Surginek, jidayikbûnek, … “Kurdistan”
Di salên 1840’î de Mîr Bedixan (2) li herêma “Botan” dibe desthilatdar. Di encama pirsgirêkeke nû de ku sala 1844’an ew û împeratoriya Osmaniyan anîn dijberî hev, Mîr Bedirxan hat surginkirin û li stenbolê hat hepskirin. Endamên din ên malbata Bedirxaniyan jî li Stenbolê surgin bûn û ji bo mafê kurdan têkoşîna xwe dewam dikirin. Împeratoriya Osmaniyan ji ber van karûbarên endamên malbata Bedirxaniyan, biryar da ku wan ji hev belav bike. Bi vî awayî du kurên Bedirxan Begê ango Mîqtad Mîthat û Evdurrehman mişextî Misrê bûn û dîroka çapeniya kurd jî li vir dest pê dike.
Weşana pêşî di dîroka rojnamevaniya kurd de ya herî girîng e, him ji ber navê rojnameyê Kurdistan (3) û him jî ji ber armanca ku ji destpêka weşana xwe ve danî ber xwe ango peydakirina hişmendiyeke neteweyî li cem întellektuelên kurd ên ku gotarên xwe têde diweşandin. Şeş hejmarên destpêkê yên rojnameyê di bin birêvebiriya Mîqtad Mîthat de hatin weşandin. Ji destpêka weşanê û pêve rojnameyê bangek li gelê Kurdistanê dikir ku di bin logoya rojnameyê de hatibû bicîhkirin: “Gelê Kurdistanê …, ev rojnameyeke bi Kurdî ye”. Armanca Mîqtad Mîthat Bedirxan jî têra xwe zelal e, ew xîtabî kurdan dike û dibêje daxwaza wî ew e rojnameyeke ku bi tenê ji bo kurdan e, biweşîne: “Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye ‘Kurdistan’. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”
Întellektuelên kurd ên navdar ên weke Abdullah Cewdet û Îshaq Sukûtî di rojnameyê de gotarên xwe weşandin û siyaseta Siltan Abdulhemîd rexne kirin ku armanca wê hingê li dijî Ermeniyan bikaranîna kurdan bû. Ew di gotareke xwe de dibêje: “berevajî ya ku hewl tê dayîn were kirin, ji berdêla şerê hev bikin, gelên bindest divê piştgiriya hev bikin”. Ji bilî rola rojnameyê ya ku lîstikên Osmaniyan li wan aşkere dikirin, wê întellektuelên kurd li dora karekî hevbeş dianîn cem hev: “mafên neteweyî yên kurdan”. Ji bo mirov gotarên cihê yên di vê rojnameyê de çapbûyî fêm bike û wan li gorî eslê wan adapte bike, girîng e mirov rewş û çarçoveya dîrokî ya rojname têde hatî weşandin, li ber çavan bigire: sedsala 20’an sedsala gelên bindest e ku biryara serhildanê didin. Di vê çarçoveyê de rojnameya Kurdistan’ê bi rolekê rabû ku bi serdema xwe re li hev dikir. Bi weşanên xwe wê li cem kurdan rê li ber peydabûna hişmendiyeke neteweyî vekir. Ji ber vê yekê ew bûye xwedî roleke dîrokî ku nabe were înkarkirin.
Mîqdat Mîthat bi nexweşiyekê ket û cîhê xwe da birayê xwe Evdurrehman Bedirxan ê ku weşana rojnameyê çar salan dewam kir (bi giştî sîhûyek hejmar hatin weşandin). Rexneyên aşkere yên ku dikirin şik ji rewabûna rejîma Osmaniyan werin kirin û daxwaza Bedirxaniyan ku rojnameyê bixin Tirkiyeyê, neçar hiştin ku rojname gellek caran cîhê weşana xwe biguhere. Hin hejmarên rojnameyê li Cenevreyê çap bûn, hin li Qahîreyê û li Londonê 24 hejmar (çar jê li Folkstonê) çap bûn. Ji Folkstonê rojnemayê cara dawî bar kir Swîsreyê û li wir jî du hejmarên dawî çap bûn, hejmara dawî 14’ê nîsana 1902’an çap bû.
Tevî serdema weşana wê jî, em dibînin ku rojnameyê bi pênc zaravayên kurdî jî gotar çap kirine. Xaleke girîng û nabe ku mirov qîmet pê nede ya tercîhên Bedirxaniyan ew e ku ji destpêkê ve hay ji zaravayên cihê yên kurdî hebûn. Îroj em dikarin nusxeyên çapa orjînal ên rojnameyê li muzexaneya zanîngeha Marburgê (li Elmanyayê) bibînin.
Malbata Bedirxaniyan gihişt armanca xwe. Îroj nabe ku mirov behsa dîroka Kurdistanê bike û îşaret bi mîrateya vê malbatê li pey xwe hiştî, neke. Çi di warê rojnamevaniyê de (rojnameya Kurdistan û her weha kovarên Hawar û Ronahî), çi jî di warê çandî de.
Paşê du rojnameyên din yên bi heman navî derketin holê. Sureyya Bedirxan a pêşî di 1908’an de (temenê wê kurt bû, lewre di sala 1909’an de di encama darbeyeke eskerî ya îdeolojiya Îttîhat û Teraqqî’yê (4) de hat girtin) weşand. Vê desthilatdariya nû zextên li ser kurdan zêde kirin û Sureyya Bedirxan (5) heta sala 1917’an di girtîgehê de ma. Dema hat berdan, biryar da ku li Qahîreyê bi cîh bibe û karûbarên xwe yên rojnamevaniyê dewam bike. Wî rojnameyek çap kir ku jê tu şûn û şop neman. Rojnameya duyem jî bi heman navî li Stenbolê çap bû. Ji sîhûheft hejmarên çapbûyî bi tenê heft hejmar li ber destê me hene. Ev kovareke heftane ya wêjeyî bû. Wî weşana vê kovarê bi pênc zimanan kir: kurdî, erebî, fransewî, tirkî û farisî. Li ser hin hejmaran wêneyê Selaheddînê Eyyûbî, Hemze Bey û Şeyxul Îslam Îbrahîm Heyderî. Hemû jî kesayetiyên girîng ên kurd in. Nivîsa Şerîf Paşa (yê ku bernameya delegasyona wê beşdarî Konferansa Sevrê bibûya wergerandî) jî di nehemîn hejmara kovarê de hat weşandin.
Destpêka weşana rojnameya Kurdistanê ango 22’ê nîsana 1898’an weke roja “rojnamevaniya kurd” hat îlankirin. Ji hingê ve di salvegera destpêka weşana rojnameya Kurdistanê de her sal pîrozbahî tên lidarxistin. Fikrê pîrozbahiyeke bi vî rengî yê rojnamevanekî kurd ê ji Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 1970’î de wî biryar da bi gotareke di rojnameya “Al Taaxî” de mijarê bixe rojevê. Hikûmeta otonom a kurd a hingê jî biryar da ku vê rojê weke cejna rojnamevanên kurd îlan bike.
Li Başûrrojavayê Kurdistanê Çapemeniya Kurd
Desthilatdariya nû, mişextiya nû
Di warê çapemeniya kurd de piştî salên 1930’î xebatên herî bi nirx li Başûrrojavayê Kurdistanê pêk hatin.
Di 1923’an de bi damezrandina Komara Tirkiyê re kemalîstan (îdeolojiya Mustafa Kemal Atatürk e ku bavê manewî yê gelê tirk e) pirraniya întellektuelên kurd surgin kirin. Yên mayî jî ji ber tehlûkeya her şêwaz cezayên giran, neçar man welatê xwe biterikînin. Di nava van întellektuelên mişextkirî de endamên malbata Bedirxaniyan ên nifşê sêyem jî hene. Piştî ku kemalîst ketin Stenbolê, endamên malbatê çûn Almanyayê (Munîx). Sê birayên ji malbata Bedirxaniyan; Celadet, Kamûran û Safter piştî ku mastira xwe li Almanyayê çêkirin vegeriyan Başûrrojavayê Kurdistanê. Celadet Bedirxan li Libnanê rêxistinek damezrand ku armanca wê doza neteweyî ya gelê kurd bû (1927). Celadet weke damezrêner û birêvebirê rêxistinê gellek salan têde xebitî. Piştî têkbirina serhildana “Agiriyê” di nava Partiya wî de cûdabûneke fikrî da der û kir ku ew ji partiya xwe îstîfa bike (sala 1932’an). Daxwaza wî ya karkirina ji bo welatê xwe kir ku ew xwe bide karûbarên çandî yên mîna wêje û zimanê kurdî. Xebatên wî yên ku wî 1932’an dest bi wan kir, armanca wan ew bû ku ruh bi çand, ziman û wêjaya kurdî bînin. Ew heman salê bi ser ket ku tevgereke çandî saz bike ku di navê de mamoste, doktor, helbesvan, nivîskar û întellektuelên kurdan jî cihê xwe girtin. Vê weşana nû, ango kovara Hawar’ê, kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li dor “Hawar”a Celadet Bedirxan anîn cem hev.(6) Di nava întellektuelên kurd ên li çar aliyên Kurdistanê, “Hawar”a Celadet Bedirxan deng veda.
Birêvebirê weşanê û xwediyê kovara herî girîng a çapemeniya kurd, Celadet Bedirxan ji 15’ê gulana 1932’an heta 1943’an li Şamê kovara Hawar’ê weşand.(7) Bi giştî 57 hejmar hatin weşandin. Tevî navberên cihê jî kovarê yanzdeh salan weşana xwe dewam kir. Ev kovar di warê çand û zimanê kurdî de xwedî rolekî girîng e. Sala 1935’an dema çapa hejmara 26’an, ji ber pirsgirêkên malî û sansûra Fransiyan ferz dikir, Hawar neçar ma weşana xwe rawestîne. Piştî navbereke bi şeş
salan, 15’ê nîsana 1941’ê kovarê ji nû ve dest bi weşanê kir û weşana wê heta 1943’an dewam kir (bi giştî 57 hejmar). Ev kovara periyodîk di destpêkê de ji nêzî bîst rûpelan pêk dihat, ji van çar bi fransewî bûn, şeş jî bi kurdî. Di hejmara pêşî de gotarên bi kurdî him bi alfabeya latînî û him jî bi ya erebî hatin weşandin. Hê nû ji hejmara 23’an û pêve bi tenê alfabeya latînî hat bikaranîn. Bi weşana kovara Hawar’ê re em şahidiya peydabûna rêzimanê kurdî dikin. Vê guhertinê rê li ber vekir ku reformên girîng di zar û zimanê rojnamevaniya kurd de werin qebûlkirin. Kovara Hawar’ê 1’ê nîsana 1932’an roja yekşemê li paytexta Sûrî Şamê dest bi weşana xwe kir. Weşana wê heta 15’ê tebaxa 1943’an roja yekşemê dewam kir. Kovara Ronahî (8) jî ji 1’ê nîsana 1942’an û pêve (di destpêkê de weke pêvekeke kovara Hawar’ê ya bi wêne) dest bi weşanê kir û bi giştî 28 hejmarên wê çap bûn.
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de kovara “Ronahî” weke saziyeke çapemeniyê ya baweriyê dide, dihat dîtin. Bîstûsisê hejmarên pêşî yên kovara Hawar’ê wê sala 1987’an ji nû ve bihatana çapkirin û hejmarên ji 24’an heta 57’an jî sala 1976’an ji aliyê Hemreş Reşo ve li Almanyayê. Tevahiya hejmarên kovara Ronahî sala 1985’an ji aliyê weşanên “Jîna Nû” ve li Stockholmê hatin çapkirin.
“Nemana zimanê gelekî di heman demê de nemana nasnameya wî ye” (Celadet Bedirxan)
Azadbûneke ku encama serdemeke binketinê ye
Hawar her weha kovareke sedsala 20’an e ku ji bo serhildanên kurdan sedsala binketinê ye. Rejîmên dagirker buhayê wê çi bibe bila bibe hewl didin kurdan asîmîle bikin, vê jî bi ferzkirina zimanê xwe û çanda xwe dikin. Di vê rewşê de bi rêya gellek gotarên xwe yên weşandî, Hawar bi rolê xwe yê diyarker radibe. Armanc ew e ku li dijî vê siyaseta asîmîlasyonê kurdan hişyar bike. Rejîmên ku sedema mişextiya kurdan in, rexne dike. Celadet Bedirxan bi daxwaza rejîma kemalîst gellekî baş dizane, ku yekane armanca wê ew e, bi rêya tepisandin û çewisandina ziman û çanda wan kurdan asîmîle bike. Ew dizane wendabûna zimanê milletekî, wendabûna nasnameya wî ye jî. Jixwe ji ber vê yekê wî biryar da ku navê Hawar’ê li kovarê bike. Di pêşgotina hejmara kovarê ya pêşî de Celadet weha dinivîse: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. ‘Hawar’a me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e.” Ev hawar li cem întellektuelên kurd deng vedide û ber bi serhildaneke neteweyî ve dibe.
Di demekê de ku hejmara nexwendeyan pirr zêde ye, hawar li ber xwe weke hedef datîne ku hejmareke herî zêde ya mirovan fêrî xwendin û nivîsînê bike. Ya ku Celadet Bedirxan alaqedar dike ew e ku hejmareke herî zêde ya kurdan karibe kovarê bixwîne û fêrî wêje û çanda kurdî bibe. Ew dizane ku gelekî nexwende nikare bixwîne û pêşkeve. Celadet Bedirxan û nivîskarên din ên Hawar’ê rê li ber guhertina pêşî vekirin ku teşwîqkirina fêrbûna xwendin û nivîsînê ye. Ji bo vê pêk bînin jî diviyabû destpêkê alfabeya ku zimanê kurdî pê dihat nivîsîn bi kar bînin. Ji ber vê yekê, serê pêşî ew bi alfabeyekê daket ku wê dengsaziya wê herî zêde li ya kurdî were. Ji hingê ve bi peydabûna alfabeya nû ya kurdî re bi giştî sîhûyek tîp tên bikaranîn. Armanc ew e ku tîpên tevahiya dengên zimên bigire nav xwe. Kovarê heta bi hejmara 23’an herdu alfabe bi kar anîn. Rûpelên destpêkê bi alfabeya kurdî ya latînî bûn, du rûpelên paşê wergera bi fransewî bû û rûpelên dawiyê jî bi alfabeya erebî bû. Ji hejmara 24’an a kovarê û pêve tevahiya naveroka kovarê bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Di hejmarên kovarê de cihek ji zaravayên kurdî soranî û zazakî re jî hatiye veqetandin. Lêkolînên destpêkê yên der barê kurdî de yên zanistî di kovara Hawar’ê de hatin weşandin û her weha hewldanên destpêkê yên standartkirina zaravayê kurdî kurmanciyê jî. Weşandina deqên muzîka gelêrî ya kurd jî bi kêra parastina mîrateya çandî hat, lewre ev deq heta roja me hatin parastin.
Daxwaza pêkanîna yekîtiya kurdan ji bo Celadet Bedirxan daxwaza sereke ye. Ji bo wî ziman “nasnameya mirovî” ye, ew ji her tiştî bêhtir dixwaze kurdan nêzî hev bike da ku encamên asîmîlasyoneke ku surginîyê li ser wan ferz kirî daxîne asta herî kêm. Wî bi girîngiya zimên dizanî û her weha bi zehmetiyên ku ev yek dikare di têkiliyên di navbera kurdên parçebûyî de bibe sedem jî. Der barê vê mijarê de wî yê ev yek bigota: “Alfabeyeke hevbeş a kurdî dawî li newekheviyên bilêvkirinên di zimanê kurdî de heyî anî û her weha li variyasyonên van bilêvkirinan ên li gorî herêmên jê tên. Wê yekîtiyeke hevbeş di nava zaravayên kurdî de da destpêkirin.”
Di hejmara pêşî ya Hawar’ê de Celadet Bedirxan weha bang li xwendekaran dikir: “Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamûen xwe dikare bijî. Herkes, her kurd dikare arîkariya Hawarê bike… Kiriyarê Hawarê bûyîn û jêre kiriyaran peydekirin …; Paş xwendina Hawarê ji heval û nasên xwe re dan xwendin û ji mirovên nexwende re bi xwe xwendin û ew ser têdexistiyên komelê serwextkirin … ji Hawarê re her texlîd şihr û bendan nivîsandin … di heqê welat, eşîr, bajar û gundê xwe de tiştnen kevn û nû rêkirin.”
Sala 1942’an kovara Hawar’ê bi xwe re kovara Ronahî’yê jî weşand û vê kovarê cîh ji nameyên xwendekaran re jî vediqetand. Kamûran Bedirxan wê paşê di navbera salên 1943 û 1946’an de li Beyrûdê rojnameyên Stêr û Roja Nû biweşanda. Ev rojname qismî dewama rêûresma kovarên Hawar û Ronahî’yê bûn.
Ji bilî van kovar û rojnameyan, Celadet û Kamûran Bedirxan pirtûk û broşûr jî weşandin. Hawar bi rengekî veguherî navenda weşanên herdu birayên ji malbata Bedirxaniyan. Ew weke dibistanekê tê dîtin, lewre armanca wê ew e çand, siyaset û hunerê fêrî kurdan bike. Li gorî çanda mirovên wê serdemê, ev kovar xwediyê asteke bilind e. Dîsa jî Hawar bi gel re dimîne û partîzaniya siyaseteke elîtîst nake, armanca wê ew e nêzî xelkê bimîne. Kovarê gotarên li ser wêje, huner, folklor, dîrok, cografya, dîn, civak û siyasetê weşandin. Her weha lîstikên mîna xaçepirsan û wêneyên der barê gotaran de jî cîhê xwe di kovarê de girtin.
Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî …
Her hejmara Hawar’ê ji berhemên helbestvanên wêjeya klasîk a kurdî yên weke Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî re cîh vediqetîne. Quncikeke bi sernavê “Klasîkên Me” derfet dida helbestvan, çîrokbêj, dîrokzan û zanyarên kurd berhemên xwe yên şexsî yan jî gotarên li ser serdema xwe biweşînin. Weşana van berheman kir ku mîrateya çandî ya kurdan bi rêya nivîsî were parastin.
Di dema weşana xwe de Hawar ji bo nivîskar û helbestvanên ciwan ên kurd dibistanek bû. Nivîskar û helbestvanên navdar nivîsên xwe yên destpêkê di vê kovarê de weşandin. Çend ji van helbestvan û nivîskaran ev in: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nuredîn Zaza, Hesen Hişyar, Mihemed Emîn Botî, Kamûran Bedirxan. Helbesta Cegerxwîn (9) bandor li beşeke mezin a helbestvanên kurd kir. Hin mînakên helbestên wî yên di Hawar’ê de hatin weşandin ev in: Silêman Bedirxan (hejmara 3’yan), Hîva çardeşevî (hejmara 6’an), Ne Wisane (hejmara 10’an), Gundê Nûava (hejmara 12’an), …
Helbestvanekî din ê kurd ku nabe mirov behsa wî neke Osman Sebrî ye. Ew jî yek ji helbestvanên kurd bû ku pêşî helbestên xwe di Hawar’ê de çap kirin. Sala 1925’an wî di serhildana Şêx Seîd de cihê xwe girtibû û piştre derbasî Sûriyê bûbû da ku partiya xwe ya siyasî PDK’ê (Partiya Demokratîk a Kurd) damezrîne.
Li gorî giringiya birayên ji malbata Bedirxaniyan bi perwerdeya bi zimanê kurdî dan, wan biryar da hîmên sereke biweşînin: alfabeya kurdî (bi navê pirtûka yekem), rûpelên alfabeyê (pirtûka duyem), dilê kurên min (helbestên ji bo zarokan, pirtûka sisêyan), alfabeya kurdî (pirtûka nehan), pirtûka xwendina bi kurdî (pirtûka dehan), alfabeya min (pirtûka yanzdehan), dersên dînî (pirtûka duwanzdehan). Ev nivîs hemû di perwerdekirina kurdan de hîmên sereke bûn.
Piştî ku me gotarên li ser hînkirina ziman, çand û hunerê ji hev derxistin, divê em bêjin ku Hawar’ê cîhek da tendirustiyê jî ku ji aliyê Dr. Ehmed Nofîz ve hat nivîsîn. Kamûran Bedirxan jî wergerên li kurdî yên ji Quranê weşandin. Nivîskar Nuredîn Zaza jî kurteçîrokên ku paşê ew bi wan navdar bû, weşandin.
Ji çapemeniyeke întellektuel ber bi çapemeniyekê ve ku di bin siya siyasetê de ye
Çapemeniyeke di bin siya siyasetê de parçebûyî da ser şopa rojnameyeke armanca wê yekîtî bû…
Piştî salên 1960’î li Başûrrojavayê Kurdistanê, partiyên siyasî saziyên çapemeniyê yên cihê damezrandin: Îttîhadî Şa‘b (Yekîtiya Gelî) Terîq El- Şa‘b (Rêya Gelî, bi ser partiya çepgir a kurdên Sûriyê ve), Sewt ul-Ekrad (Dengê Kurdan, bi ser Partiya Demokratîka a Kurdên Sûriyê ve), el-Fecir (Berbanga Sibê) û Gelawêj ji aliyê Partiya Karkerên Demokrat a Kurdên Sûriyê weşana wê dihat kirin, Demokratî (bi ser Partiya Pêşverû ya Kurdên Sûriyê ve), Sewt ul-Şîxîle (Dengê Karkeran, bi ser Partiya Karkerên Kurd ên Sûriyê ve) û el-Terîq (rê, bi kurdî û erebî weşana xwe kir), … cîhê ku kurdan di warê jeostratejiyê de dadigirt dibû sedema peydabûna alaqeyeke taybet a ji bo wan ku herkesî xeyala nêzîkbûna wê dikir…
Rewşeke jeostratejîk a girîng kir ku çarên Rûsyayê berê awirên xwe bizîvirînin ser kurdan.
Ji bo ku em fêm bikin ka çapeniya kurd li Yekîtiya Sovyetan çawa dest pê kir, divê em têkiliyên kurd û rûsan analîz bikin.
Ji ber ku li cîhekî girîng ê di navbera deryayên germ de ye, ji bo çarên Rûsyayê Kurdistan di warê stratejîk de xwedî cîhekî girîng e. Lewma gellek sîxur û lêkolîner şandin Kurdistanê. Li gorî çavkaniyên nivîskî gerokekî rûs sala 1465’an li Kurdistanê hin analîzan dike. Sedsala 17’an eskerên rûs agahdariyên li ser Kurdistanê didin namzetên sûbaytiyê yên akademiyê. Sala 1778’an li Saint-Petersbourgê ferhengeke kurdî/rûsî çap bû. Kurdistan veguherî erdekî ku zanyar û siyasetvanên rûs ji nêz ve dişopînin. Ew girîngiyeke mezin bi kurdolojiyê (10) didin û vê jî kir ku ew Kurdistanê baştir nas bikin. Bi vî rengî sala 1800’î Saint-Petersbourg veguherî navenda herî girîng a lêkolînên di warê kurdolojiyê de. Şerê ku rûs anîn beramberî tirk û farisan bi tenê kir ku ev lêkolînên der barê kurdan de zêdetir bibin. Kurdologên navdar ên sedsala 19’an Berezîn, Lerch û Jaba ne. Ev kes hemû bi salan bi kurdan re mane. Wan berhemên gelekî giranbuha der barê mijarê de weşandin. Zimanzanên bi navê Pallas û Guldenstet jî sala 1787’an li ser zimanê kurdî berhem weşandin. Oriyentalîst Sermoy pirtûka navdar a li ser dîroka kevn a Kurdistanê “Şerefname” wergerand rûsî û di navbera 1868 û 1875’an de çap kir. Justi û Sokin jî bi hev re li ser rêziman û folklora kurdan berhem çap kirin. Kurdologekî din ê kurd Sadsko heman salê li ser yek ji zaravayên kurdî soranî li Parîsê pirtûkek weşand. Bi vî rengî Rûsya veguherî navendeke girîng a Kurdolojiyê. Sala 1813’an Gurcistan, Ermenîstan û bakurê Azerbaycanê bûn parçeyên împeratoriya rûs. Di wê navê de şerê di navbera Rûsya û Osmaniyan û yê di navbera Rûsya û Îranê de jî dest pê kiribû. Serhildana Êzdînşêr Begê Botan û şerê di navbera Rûsya û Împeratoriya Osmaniyan de rasta hev hatin. Rûsan alayek ji eskerên kurd li herêma Serhedê (li ser sînorê bi Rûsyayê re) bi cîh kir, ev yek têkiliya baş ya di navbera kurd û rûsan de nîşan dide. Di vê serdemê de çar Nîkolas’î hin serekên eşîrên çalak ên Kurdistanê yên weke Abdurrezaq Bedirxan û Seyid Taha vexwendin. Heman tiştê bi berpirsiyarên Împeratoriya Osmaniyan û dewleta Safewî re jî dike. Bi awayekî giştî têkiliyên kurd û rûs bi vî awayî dest pê dikin. Li Bakurrojhilat (li bajarên girîng ên Serhedê) rûs konsolosxaneyan vedikin. Demeke kurt beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di sala 1913’an de çapxaneyeke wan li Urmiyê û dibistaneke wan li Xoyê heye. Bi navbênkariya serokê kurdên Îranê Simko û Abdurrezaq Bedirxan (11) bi armanca bi rûsî perwerdekirina xwendekarên kurd, dibistanek hat vekirin. Armanca siyaseta rûsan a hingê ew bû Kurdistanê bi Ermenîstanê ve girê bide û birêveberiya welêt bixe destê xwe. Vê siyaseta ku ermenî li pêş digirtin, kurd bizdandin. Yek ji nerazîbûnên ji vê rewşê ya helbestvanê navdar Hecî Qadirê Koyî ye ku tirsa xwe bi rêya helbestên xwe tîne ziman.
Şerê yekemîn li Kurdistan, Rojhilata Navî û Qafqasan dest pê dike. Bi destpêka vî şerî re, bi armanca pêkanîna îdealên çarên rûs yên ji sedsalan û vir ve, artêşa rûs berê xwe dide deryayan. Bajarên kurdan ên mîna Mûş, Erzrom, Bedlîs, Kirmanşan, Silêmanî, Rewanduz û Şemzînanê sala 1916’an ji aliyê artêşa rûs ve tên dagirkirin. Piştgiriya eşîrên kurdan li vê herêma şer gellekî girîng e. Ji bo ku desteka eşîrên kurdan misoger bikin, osmanî û alman dînê Îslamê bi kar tînin. Hin eşîrên mîna yên Dêrsim û Koçgiriyê qebûl dikin li dijî rûsan şer bikin, lê ev demeke dirêj naajo, lewre demeke kurt paşê ew piştgiriya xwe qut dikin û biryarê didin vegerin malên xwe. Kurdên Serhedê û hin eşîrên rojhilatê Kurdistanê jî qebûl nekirin ku destekê bidin şerê li dijî rûsan. Eşîrên Dêrsimê bi bereya rûsan (bi fermandar Lahof re) û ermeniyan (bi fermandar Mûrat Paşa re) re têkilî danîn. Serekeşîrên Koçgirî û Dêrsimê ji çarê Rûsyayê re telegrafek şandin û doza otonomiyê ji bo kurdan kirin. Li aliyê din bi heman armancê serokê serhildana Bedlîsê ya sala 1913’an Ebdurrezaq jî têkilî bi rûsan re danî. Dîsa bi heman armancê Şêx Ebdulqadir (li herêma Hekariya) bi rûsan re li ser otonomiyê bazar kir. Şêx ji bo ku êrîşên li dijî rûsan rawestin, fermanek jî derxist. Li rojhilatê Kurdistanê serokê Şikakan Simko carcaran bi dîplomatên rûs re têkilî danîn. Şoreşa Çiriya Pêşî dawî li vê rewşa di navbera kurd û rûsan de ya hingê anî. Di dawiya şer de Kurdistan hat çarparçekirin û Rûsya veguherî Yekîtiya Sovyetan. Ji bo herdu aliyan jî serdemeke nû dest pê dike.
Dewleta otonom a kurd “Kurdistana Sor”
Sala 1923’an rayedarên eskerî yên rûs dewleteke otonom a kurd a bi navê “Kurdistana Sor” li derdora Azerbeycanê ava kir. Serokê vê dewletê Qutsî Heciyev e. Ev komar ji şeş bajarên piçûk (Kelbecer, Koturlu, Kurtgacî, Kubalî û Qerekiqlorquê) pêk dihat, sala 1926’an serjimara komarê ya kurd 42 000 bû û perwerdehiya li komarê bi zimanê kurdî bû.
Li vê komara şeş salan dewam kir, koverekê (bi navê “Kurdistan”) û radyoyekê (bi navê “Kurdistana Sor”) weşana xwe kir. Li ser fermana Josef Stalîn sala 1929’an dawî li komarê hat û întellektuelên kurd biryar dan ku berê xwe bidin Asyaya Navî.
Xebat dewam dikin, sala 1958’an Akademiya Zanistî ya Êrîvanê koma xebatê ya kurdolojiyê didamezrîne. Rojnameya “Riya Taze” jî ji sala 1930’î û vir ve li Êrîvanê dihat çapkirin. Sala 1934’an yekemîn kongreya Kurdolojiyê pêk hat û paşê sala 1937’an bi navê “Radyoya Êrîvanê” weşana radyoyê ya bi kurdî jî dest pê kir. Ji bilî rojnameya “Riya Taze” rojname û kovarên din jî li Yekîtiya Sovyetan weşana xwe dewam kirin. (12)
Bi xêra van rojname û kovaran, hayê kurdên Yekîtiya Sovyetan ji wêje, huner, folklor, dîrok û agahdariyên der barê kurdan de hebû. Di nava gellek hejmarên heyî de yên herî darî çav “Riya Taze” û “Axîna Welat” in.
Piştî jihevdeketina Yekîtiya Sovyetan, kurdên Rûsyayê weşana rojname û kovaran dewam dikin. Di nava van weşanan de didu ango Kurdistan Rapport û Drûja (hevaltî) bi rûsî ne. Rojnameya Axîna Welat sala 1990’î li Moskovê dest bi weşana xwe kir û îroj bi gellek zimanên din weşana xwe dewam dike. Parlemana rûs qanûneke der barê pêşdebirin û parastina otonomiya çandî ya hindikahiyan sala 2000’an erê kir. Ev qanûn otonomiyeke çandî dide kurdên vî welatî.
Dawiya beşa yekem…
Semra Polat
Jêrenot:
1 Malmisanij; Cizîra Botanli Bedirxaniler (Bedirxaniyên ji Cizîra Botan), weşanên Apec, Stockholm 1994.
2 Li çavkaniya li jor binêre.
3 Felat Dilgeş; Rojnameya Kurdî ya Pêşîn: Kurdistan, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 1998.
4 Kutlay, Naci; Ittihat ve Terakki ve Kürtler, weşanên Vejîn, Stockholm 1990.
5 Prens Süreyya Bedirxan; Kürt davasi ve Hoybun, weşanên Med, Stenbol 1994.
6 Konê Reş; Celadet Bedirxan – Jiyan û Ramanên wî, weşanên Jîna Nû, Stockholm 1997.
7 Arşîv
8 Arşîv
9 Cigerxwîn; Jînegeriya Min, weşanên APEC, Stockholm 1991.
10 Rohat; Kurdolojî biliminin 200 yillik geçmişi 1787-1987, weşanên Komkar, Koln 1987.
11Profesor Celîlê Celîl (werger û amadekar); Autobiyografiya Abdurrizaq Bedirxan, weşanên Havîbûn, Berlîn 1999.
12 Rafet Balli; Kürt Dosyasi, weşanên Cem, Stenbol 1991
(Rizgari)