Îroj

23'ê Avrêl

23’ê Avrêl

Di sala 1920’an û di rojekî wekê îroyê de Parlemena Tirkiyê li Enqereyê hate damezirandin. Di civînê de 72 nûnerên Gelê Kurd jî hebûn.

Li gorî peymana ku Mustafa Kemal bi serokêşîrên Kurdan re mohr kir, diviyabû ev meclîs ya Gelê Kurd û Tirkbaya, lê belê piştî ku şerê Rizgariyê hate bi serxistin û Komar hate damezirandin hêdî hêdî peymana ku bi serokeşîrên Kurdan re hatibû mohrkirin, hate binpêkirin. Lewma ev roj di sala 1921an de hate ji aliyê dewleta Tirk ve hate qebûlkirin ku weke cejina Desthilatiya Netewa Tirk û Cejina Zarokên Tirk were pîrozkirin.

Di sala 1924’an û di rojekî wekê îroyê de bi biryara Lijneya Wezaretên Tirk û Parlementoya Tirkiyeyê 150 rewşenbîrên Kurd hatin sirgunkirin.

Di nawa wan rewşenbîran de kesên wekê; Hamdî Pasa , Xelîl Rehmî Bedirxanî , Hakiyê Suleymanî, Mustafa Yamulki Paşa, Mevlanzade Rifat, Kaymakam Fettah, Ali Ilmî, Zeynel Abîdînî Rewandûzî hebûn.

Her weha di sala 1925’an û di heman rojê de Şêx Avdilqadirê Nehlî ango Şêx Evdilqadirê Şemzînanî koça xwe ya dawîn kir.

Back to top button